ÇalakîNûçe

Salvegera 11emîn a komkujiya Parîsê li herêma firatê hat şermezar,kirin

 Îro salvegera 11 emîn a komku,jiya 9’ê Çile ya li Parîsê  3 jinên pêşeng ên tevgera azadiya jinan şehîd bûn. Ji 2013 heta 2023’an dem cuda, lê cih û kujer heman heman e. Komkujî li pey komku,jiyê û hewla qir,kirina kurdan.

9’ê Çileya 2013’an li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya paytexta Fransa Parîsê; sê jinên Kurd, têkoşer û pêşengên Tevgera Azadiya Jinan bûn armanc.

Yek ji damezrînera P.K.K’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin şehîdkirin. Bi vê buneyê,Kongra Star ya herêma firatê dest bi rêze çalakiyan kirin îroj Çarşem dîroka 3.1.2024 an de kongra star ya navçeya şêranê civînek bi beşdarbûna  hemû endamên saziyên navçeyê , civîn li navenda Pyde ya navçeya şêranê hat li darxistin ku ev civîn kesên beşdarî bibûn yên weke, Rêverberiya meclsê, saziya malbatên şehîda, tevgera civaka demokratî PYDe, jinên ciwan, rêverberiya xweser, şardarî, hêza cewherî, her wiha berî ku dest bi civînê bê kirin deqeyek ji bo bîranîna şehîdên heyva Çile sekinîn û piştre li ser navê Kongra Star ya navçeya Şêranê axaftin ji aliyê rêveberiya navçeyê Litfiyê silêman ve hate kirin ku litfiyê wiha axaftina xwe dest pê kir û got , di dest pêkê de em  bejna xwe li beramberî bîranîna wan ditewînin ,û wiha pêde çû ku ev kiriyar bi destê sîxurên dewleta Tirk  hate pêkanîn wek her dem komkujiyên ku li ser kurdan diqewimin di destê Mît ê pêk tê û bi taybetî kesên wek jina pêşeng û rêhevalên wê dibin hedefa van êrîşan, ku wek tê zanîn ev êrîş her berdewamin ya girîng ku emê çawa bikaribin bi kar û çalakiyên xwe bibin bersiv ji van kiriyarên faşîzane û civîn bi diruşmeya jin jiyan azadî bi dawî bû

Back to top button