ArşîvÇalakîNûçe

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê çalakiyên girseyî tên lidarxistin

Di heman demê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê didomin û bi hezaran kes li qadên giştî kom bûn.

Di navbera meş û daxuyaniyên girseyî de li gelek bajar û navçeyên herêmê, beriya demekê gelek çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên herêmê tevî nûnerên partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên saziyên civaka sivîl bi taybet rêxistinên mirovî û mafên mirovan beşdarî çalakiyên li bajar û navçeyên xwe dibin.

Beşdarvanên çalakiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên bombebarana dewleta Tirk, wêneyên cihên binesaziyê yên hedef girtin, pankartên bi nivîsa “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Na ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hilgirtin. Tirkiye sûcê şer dike” .”

beşdaran,bi qîrîna dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, ” na Ji dagirkeriya Tirk re ” û “Em ê bimînin û naçin”

Li Navçeya Minbicê jî gelê bajarê Minbicê û gundewarên wê bi meşek şermezarkirinê ji dorhêla El-Dalu derketin û li ser çerxa El-Dala rawestiyan.

Li herêma Firatê şêniyên bajarê Kobanê û gundewarê wê ji Qada Jinê meşeke şermezarkirinê li dar xistin û li qada Şehîd Akîd rawestiyan

Li herêma Cizîrê jî şêniyên bajarê Qamişlo  ji çerxerêya Sony derketin meşê û meşa şêniyên navçeya Amûdê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li navçeya Tirbespiyê jî meş despêkir, li navçeya Çil Axa ji dorhêla Dallah destpê kir û li navçeya Girkê Lakî jî ji çerxerêya Şehîd Xebat pêk hat û li Dirbêsiyê jî li ber Mizgevta Hecî Sultan meş pêk hat.

Meşên şermezarkirinê hevdem in ligel daxuyaniyên ku li parêzgehên Reqa, Dêrezor û Tebqayê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê û saziyên civaka sivîl ên mirovî ve tên dayîn.

Back to top button