DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Emê destkefityên şoreşa jinan  biparêzin.

Kongra Star got dê li hemberî êr,îşan teslîm nebin û destkefityên şoreşa jinan  biparêzin.

Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û xwest qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk were girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Dewleta Tirk terorê li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, hewl dide rewşeke nearam li herêmê çêbike, DAIŞ zindî bike, şêniyan bitirsîne da ku neçariyê revê bibin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrişan dixwaze serkeftinên şoreşa jinan û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake û wiha hat domandin: “Em gefên şer û êrişên domdar bi tundî şermezar dikin. Wekî rêxistineke çalakî li herêmê em girîngiya şoreşa jinan û destekftiyên wê nas dikin, em teslîm nabin. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî hêzê dide deweleta Tirk a faşîst  û gefên wê yên li ser tevahî cîhanê zêde dike, ji ber vê bêdengiyê dewleta Tirk sûcên xwe didomîne.”

Di daxuyaniyê de ev bang li tevahî rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk ên dijî faşîzm, dijî kapîtalîzmê û dijî mêtîngeriyê hatin kirin:

Piştgiriyê bidin Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Beşdarî çalakiyên giştî û yên siyasî yên bi banga rawestandina êrişan bibin.

Ji ber sûcên şer ên ku pêk tîne, banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk bikin.

Dengê xwe bidin banga ma ya girtina aada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Back to top button