Arşîv

Meclisa Jin zarokên Tebqayê kêfxweş kirin

Meclisa Jin a herêma Tebqayê bi boneya Cejna Qurbanê şahiyek ji bo zarokan çêkir.

Meclisa Jin a herêma Tebqayê bi armanca ku dilê zarokan şad bikin, şahiyek li avahiya meclisê li dar xist. Cihê şahiyê meclisê hate li darxistin.

Cihê şahiyê bi şirîtên reng reng û nepoxan hatibû xemilandin.

Di şahiyê de, bi dehan zarok, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Şiyar Mihemed û rêveberên Meclisa Jin amade bûn.

Di şahiyê de skêtşên komîk hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de diyarî pêşkêşî zarokan hatin kirin.

(ANHA)

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27