DaxuyanîNûçe

3 milyon û 700 hezar îmze hatin komkirin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan 3 milyon û 669 hezar û 90 îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9’ê Sibatê bi daxuyaniyekê ku li bajarê Qamişloyê hatibû dayîn, kampanyaya komkirina îmzeyan dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Hema, Humis, Laziqiye, Sweyda, Quneytera, Selamiye û Tertûsê îmze hatin komkirin. 

Însiyatîfa Gel a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi daxuyaniyekê encamên kampanyayê aşkera kirin. Daxuyanî li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê hate dayîn û ji aliyê endama însiyatîfê Aynûr Paşa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kampanya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibata borî dest pê kir û di 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan de bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelê Sûriyeyê bi hemû netewe, mezheb û beşên di vê demê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û bi îmzeyên ku dane, peyam dan tevahî hêzên komploger. Her wiha hate diyarkirin ku ev peyam di heman demê de asta hezkirin, piştevanî, baweriya bi felsefeya Rêber Ocalan û israra gel a ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan nîşan dide.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kampanya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî berfireh dest pê kir û belavî bajarên din wekî Şam, Heleb, Selemiyê, Humis, Hema, Siwêda, Laziqiyê û Quneytîra bûn. Hate diyarkirin ku berfirehbûna kampanyayê asta girêdana tevahî, netewe, mezheb û beşên civakê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îsbat dike û hate gotin: “Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, aloziya Sûriyeyê jî di nav de ji tevahî doz û pirsgirêkên bi girêk ên asêmayî yên li Rojhilata Navîn re zemîna çareseriyê ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber baweriya me bi girîngiya rola Konseya Yekitiya Ewropayê, rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan di çareserkirina doza Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de em ji wan dixwazin ku rola xwe aktîf bikin û îrade û daxwaza tevahî gelên ku bi doza wî bawer in, li ber çavan bigirin.

Encamên komkirina îmzeyan wiha ne:

Minbic: 711,180
Reqa: 701,845
Qamişlo: 625,343
Hesekê: 603,800
Dêrezor: 337,70
Tebqa: 281,332
Firat: 134,570
Heleb: 103,857
Efrîn û Şehba: 51,212
Hundirê Sûriyeyê: Şam, Heleb, Laziqiye, Suweyda, Quneytera, Selamiye, Tertûs, Hama, Hums: 6,243
Koçberên Kurd li Lubnanê: 12.000
Hêzên Parastina Civakê: 100.000

Hejmara giştî ya îmzeyên kampanyayê: 3 669 090

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya her kesê ku tev li vê kampanyayê bû û îmze dane hate kirin û wiha hate gotin: “Em hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yên bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda dikin ji ber pîrozbahiya biheybet bi rojbûna Rêber Ocalan û bi vê wesîleyê berdewambûna kampanyayê heta azadiya Rêber Ocalan qekez kirin. Her wiha em kar dikin ku em ê komîteyekî ava bikin ku van encaman bigihîne Konseya Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan ên pêwendîdar ên navneteweyî.”

Back to top button