ÇalakîNûçe

Jinên Firatê ji bo diyarkirina namezedên xwe diçin ser sindoqan

Li kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên pêşhilbijartinên namzedên jin ên hilbijartinên hevşaredaran dest pê kir. Jin bi coşeke mezin berê xwe didin ser sindoqan.

 Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ber bi hilbijartinên xwecihî ya şaredariyan ve diçin dê di 30’ê Gulanê de werin pêkanîn, li aliyekî din tevgerên jinan û partiyên siyasî jî pêşhilbijartinên diyarkirina namzedên xwe dikin.

Di vê çarçoveyê de îro ango roja 28’ê Nîsanê rêxistina Kongreya Star a kantona Firatê dest bi xebatên pêşhilbijartinan li navçeya Kobanê û navçeya Eyn Îsayê kir. Her wiha hat payîn ku dê di 29’ê Nîsanê de jî pêşhilbijartinên namzedên jin ên navçe û bajarakên kantona Firatê pêk werin.

Di pêşhilbijartinên îro de, li Kobanê Mizgîn Xalib Elûş û Felek Yusif di dengdanê de cih digrin. Her wiha yên Eyn Îsa jî Sena Xelîl El-Ebo û Ayat Îsa Abdullah in.

Ji seat 10’ê sibehê de jinên ji pêkhateyên Kurd û Ereb ji temenên 18 salî ber bi 100 salî ve bi coşeke mezin û bi berzkirina dirûşmên “jin, jiyan, azadî” berê xwe didin sindoqan û dengê xwe didin.

 

JINHAGENCY

Back to top button