Arşîv

Xebatên Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a Şedadê

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a navçeya Şedadê bi destpêkirina rizgarkirina navçeyê re hat avakirin. Avakirina Buroya Mala Jinan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên zewacê dûrî dadgehan û jihevcudabûnê gelekî girîng e.

Komîteyê bi hevkariya Mala Jinan bi sedan dozên zewacê yên bi nakok li navçeya Şedadê ku piraniya wan digihîşt jihevcudabûnê, çareser kirin.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a navçeya Şedadê Fatme Salih El-Wadî got: “Em hewl didin nakokiyên zewacê bêyî ku bigihîjin dadgehê, çareser bikin. Em têgeha jihevcudabûnê ji ferhenga karê xwe dûr dixin. Piraniya pirsgirêkên ku ji komîteyê re têne pêşkêşkirin, dozên zewacê ne.”

Komîte beriya du salan hate vekirin. Komîteyê bi sedan dozên zewacê çareser kirine. Di vî warî de Fatme dibêje: “Di mehekê de zêdetirî 20 doz hatin ber destê me. Jê 10 li Buroya Komîteya Lihevanînê çareser bûn. Pirgirêkên ku nehatine çareserkirin ji dadgehê re hatin şandin. Ji aliyê xwe ve em mijarê dişopînin heya ku bigihîjin çareseriyeke rast û bi razîbûna her du aliyan.”

Fatme bi bîr xist ku ji girîngtirîn dozên ku têne ber destê komîteyê, doza nakokiya di navbera du hevseran de ye, her du alî gihaştibûn asta jihevcudabûnê. Fatme wiha berdewam kir: “Dema me bi her duyan re girêdayî jihevcudabûnê, girîngiya parastina zewacê ji bo zarokan nîqaş kir, nakokiya xwe ji bîr kirin û vegerîn mala xwe.”

Di dawiyê de Fatme tekez kir ku wek Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan hewl didin nezanabûn û kevneşopên herêmê yên riziyayî derbas bikin û wekheviya di navbera jin û mêran de bidin avakirin.

Back to top button