Arşîv

‘Bajar berhemên xwe ji gundan digire’

KOBANÊ – Jina bi navê Suad Şawî ya ku li Kobanê dijî ajalan xwedî dike û debara xwe bi vî awayî dike. Suadê derbarê xwedîkirina ajalan de diyar kir ku dema ew dixebite xwe bêtir li ser piyan dibîne û wiha got:”Ez dema ajalan xwedî dikim baweriya min bêtir çê dibe. Çimkî ez dema ajalan xwedî dikim ez dizanim ku bi vî awayî ez dikarim li ser piyan bimînim û pêdiviya min ji kesekî din re namîne.”

Xwedîkirina ajalan yek ji kevneşopiyên jiyana mirovan e. Civakbûyîn ji gundan dest pê kiriye û bi demê re bajarvanî hatiye avakirin. Ji ber wê bajar bi berhemên gundan dikarin xwe li ser lingan bihêlin. Xwedîkirina ajalan reng dide jiyanê û bi awayekî baş bandorê li tenduristiya mirovan dike. Jina bi navê Suad Şawî di derbarê xwedîkirina ajalan de axivî. Suadê got:”Her mirov karekî wan cuda heye. Ez jî bi xwedîkirina ajalan re mijûl dibim. Ev yek min bextewar dike.”

‘Jiyan bêyî candarên din nameşe’

Suadê wiha got:”Piranî gundî debara xwe li ser xwedîkirina lawiran dikin. Mîh, mirîşk, qaz, çêlek û hwd tên xwedîkirin. Ji bo xwedîkirina dewaran gundî di nava hewldanek mezin de ne. Di şerê Kobanê de dema ku em koçber bûn jî min dev ji xwedîkirina sewalan berneda. Ji ber ku wateyek xewedîkirina wan li gel min heye. Ev çanda xwedîkirina lawiran min ji dayîk û bavê xwe girtiye. Wan jî her tim ajal xwedî kirine ji ber wê em jî îro vê kevneşopiyê dişopînin. Di demê berê de xwedîkirina lawiran gelekî zehmet bû, lê belê niha xwedîkirina wan hêsantir bûye. Lê tirsek mirovan heye ger ku bajarvanî zêde mezin bibe wê zirarên gelek zêde li xwedîkirina ajalan bike. Heta dibe ku ev çand di nava mirovan de tune bibe. Lê em ê her hewil bidin ku vê çandê bi nifşê nû jî bidin fêrkirin da ku ev çand tune nebe. Ji ber ku jiyan bêyî candarên din nameşe.”

‘Berhemên herî mezin ji gundan tê’

Suadê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwedîkirina lawiran û wiha domand:”Em gundî tenê ji ajalan sûdê nagirin. Sûda ku em digirin em bi mirovên li bajaran jî parve dikin. Berhemên ku em bi dest dixin dibin li bajêr difiroşin. Tiştên ku di malê de tên çêkirin yanî tiştên xwezayî ji bo tenduristiya mirovn gelekî bi feyde ye. Em şîr, mast, penêr, rûnê malê, tokê tayibet û hemû zebzeyê bostanan jî dibin li bajêr difiroşin. Bi vê şêwazê em debara xwe dikin û ev gelek fayde li me jî li kesên di bajar de jî dike.”

‘Em ê ji çanda xwe qut nebin’

Suadê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwîst e her kes kevneşopiyên xwe ji bîr neke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îsal bi destê dijmin û kesên ku dixwestin ziyan bidin gelê herêmê gelek zevî û dexilê gel hatin şewitandin. Lê dîsa jî her kesî li gorî pêwîstiyên xwe ji bo xwedîkirina sewalên xwe ka, ceh û gîha kom kirin da ku di werza zivistanê de jî bikaribin sewalên xwe xwedî bikin. Gelek malên li derdora bajêr jî dewaran xwedî dikin. Bi ya min ev tiştekî gelek baş e, bi vê şêwayê wê temenê çanda xwedîkirina ajalan dirêj bibe. Em ê ji çanda xwe qut nebin.”823x463cc-kobane-21-07-2019-xwedikirinalawiran-manset

Back to top button