Arşîv

Jinên herêmên ku nû hatîn rizgarkirin, gefên Tirkiyê şermezar kirin

Dehan jinên herêmên rizgarkirî li bajarokê Erêmê kom bûn, gef û dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em bûn yek biserketin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re’ hat hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jin a Dêrazorê Şehraz El-Casim hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê azadî û jinên herêmên rizgarkirî ji zilm û zordestiyê, bi vîna jina azad em îro li vir disekinin, da ku helwesta xwe ya dijî gefxwarinên Tirkiyê nîşan bikin.

Jinan rastî gelek êşkence û zehemtiyan hatin. Di serdema tevgerên terorîst de jin dihatin firotin, kuştin, revandin û recimkirin. Jin gihaşt asta stûxwarkirinê, para herî mezin ji zehmetiyên ku dît jî di van şerên ku Tirkiyê desteka mezin jêra dikir de bû.

Dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrîn, Bab, Ezaz, Cerablûsê û binpêkirinên ku dijî gelê me dike mînaka herî mezin e. Ne tenê li vî sînorî rawestiya, gefxwarinên xwe dewam kirin û herêmên ewle li Sûriyê kirin hedefa xwe. Her wiha Tirkiye her tiştî dike û civaka navneteweyî bêdeng e.

Kombûna me wek jin li vir di bin dirûşmeya ‘Em bûn yek û biser ketin û em ê li berxwe bidin da ku xwe biparêzin’ delîlê ser fêmkirina di navbera herêm û pêkhateyan de ye. Erdogan û hevkarên wî bila zanibin ku çi bibe em nahêlin ewlehiya me têk bibin.

Em ji raya giştî re dibêjin ku em ê li kêlela gelê xwe û li dijî gefxwarinên Tirkiyê bisekinin û daxwaz ji Koalisyona Navnetweyî dikin ku helwesta xwe ji gefxwarinên Tirkiyê diyar bikin. Daxwaz ji rêxistin, mafên mirovan û dadgeha navnetewî dikin ku hesab ji Tirkiyê bixwazin.

Daxuyanî bi dirûşemyan bi dawî bû.

Back to top button