Arşîv

Divê em li hemberî tehdîdên li ser şengalê û pilana dagirkirina rojhilatê bakurê sûriyê di pêşengtiya jin û ciwanan de hemû gel bi hev re têkoşîn bikin û berxwe bidin.

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Weke ku tê zanîn 3’ê tebaxa 2014’yan li ser kurdên Êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAÎŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêkbînin û fikir û felsefeya Ezdayîtiyê ji holê rabikin. Jiber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Jibo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê ve hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewam kirin.
Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêkhatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birindar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran însanên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ewe ku qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin. Li hemberî rastî û hêza jinan tirs û xofekî pir mezin li rastê ye.
Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêkbînin lê belê, ev pilan û pirojeya dagirker û hevkarên îxanetkar serneket û vala hatin derxistin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û koorîdora azadî û rizgariyê dan avakirin û hemû gelên Êzidî yên ku li Şengalê jiyan dikirin xilaskirin û wan gihandin mekan û jiyana bi ewle. Encamê de Şengalê ji destê çeteyên DAÎS’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelên xwedî çand û baweriyên cûda, li herêma Şengalê carekedin xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê zindî û rêxistin kir.
Xwestin bi destên DAIŞ’ê demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya gelên Ezidiyên herî qedîm pêkbînin. Lê belê, taybet jî ji aliyê hêzên azad ên YPJ’ê ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst, berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Li hemberî vê qetliyamê bersiveke pir mezin û pîroza dane dijminê çeteyên hov. Bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirin û jibo gelên Ezidî carekedin vegerin liser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPG-YPJ jin û zarokên civaka Êzidiyan ji destê DAIŞ’ê xilaskirin û hiştin ku jin û zarokên Êzidî bigehêjin malbatên xwe û vegerin ser axên xwe. Rewşa niha de gelên Êzidî gihîştine wê astê ku, tevî jin û ciwanên xwe, xwe-bi-xwe rêvedibin û parastina xwe dikin. Ew jinên ciwan ên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin di ropja me ya îro de din ava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihên xwe digrin û bi guhertineke tarîxî ve gelên xwe û axa xwe ew diparêzin.
Di roja me ya îro de gel û jinên êzidî dixwazin tevî rêxistinkirina xwe ya pêşxistine ve statûyekî ji wan re bê naskirin. Di tevahiya Iraqê de û jibo jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê daxwaza syatuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza gelên êzidiyên Şengalê.
Di roja me ya îro de Hêzên YPG-YPJ’ê ên ku civak û heremê, ji zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û li ser navê insanetiyê li hemberî DAIŞ’ê şer dane meşandin û gelên Êzidiyan rizgarkirine; niha jî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser hêzên heremê êrîş û dagirkerî pêktê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPG-YPJ tê hedef girtin. Şûna ku aliyê hêzên YPG-YPJ yên xilasker de cihê xwe bigrin, berevajî vê yekê piştgiriyê didin hêzên çeteyên DAIŞ’ê û li hemberî YPG-YPJ’ê şer didin destpêkirin. Ev li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye.
Divê em li hemberî ev hêza dagirker û faşîst bihevre têkoşînê bimeşînin. Jiber niha ji aliyê dewleta Tirk ên faşîst ve li ser Rojhilatê Bakurê Suriya Demokratîk êrîşên dagirkeriyê pêktên. Divê em li hemberî tehdîdên li ser şengalê û pilana dagirkirina rojhilatê bakurê sûriyê di pêşengtiya jin û ciwanan de hemû gel bi hev re têkoşîn bikin û berxwe bidin. Em bangewazî dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasî yên li Rojhilatê Bakurê Sûriyê de jiyan dikin dive bi hev re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkan yekitiya xwe avabikin û herem û axa xwe bi hevre biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navnetewî re jî dikin ku pêwîste li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Rojhilatê Bakurê Suriya Demokratîk bikevin hereketê û deng bidin.
Pêwîste, li hemberî van kiryar û polîtikayên qirêj, bê pîvan û bê exlaqî divê em wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir rêxistin bikin û vê siyasetê vala derbixin. Divê bi rihê seferberiyê ve li dijî zihniyeta serdestiya zilam, qetliyam û îşgalkirinê bisekinin û divê ji her demê bêhtir em deskeftiyên şoreşa xwe xwedî derbikevin û tevlîbûnên xwe li hemberî vê pêvajoya dijwar, zêdetir bidin diyarkirin.
li ser van esasan, em wek Koordînasyona Kongra Star a Rojava ev ferman û komkujiya li ser gelên Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êezidî em şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û politikayên qirêj ên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî wê tucarî neyên jibîr-kirin û li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedaniyeke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekî bibe bersivên fermanên dagirkeran. Rêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibin bingeha stratejî û taktika îdeolojiya avakirina jiyana wekhev û azad a demokratîk.
03.08.2019
KOORDÎNASYONA KONGRA STAR A ROJAVA

Back to top button