Arşîv

Kongreya Star: Dê birêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersiva fermanên dagirkeran

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi boneya salvegera Fermana 74’an a ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gele êzidî yê Şengalê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de xwest li Şengalê gelê Kurd ê êzidî qir bike û niha jî dewleta Tirk bi heman rê û rêbazan êrîş dike û hewl dide destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava têk bibe. Kongreya Star diyar kir ku divê li hember van kiryar û polîtîkayên qirêjî, wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir bi rêxistin bikin û van siyasetan pûç bikin.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye:

“Wekî tê zanîn 3’yê Tebaxa 2014’an li ser kurdên êzidî yên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAIŞ’ê xwest fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikr û felsefeya êzdayetiyê ji holê rakin. Ji ber ku ev fikr û felsefe bingeha dîroka berxwedan, xweparastin û cewherê zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema neteweya demokratîk dide diyarkirin. Ji bo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewamkirin.

Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran wek kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birindar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran însanên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ewe ku qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin. Li hemberî rastî û hêza jinan tirs û xofeke pir mezin li rastê ye.

Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêkbînin lê belê, ev pilan û pirojeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û vala hatin derxistin. Li hemberî vê fermanê; hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û koorîdora azadî û rizgariyê dan avakirin û hemû gelên êzidî yên ku li Şengalê jiyan dikirin xilaskirin û wan gihandin mekan û jiyana bi ewle. Encamê de Şengalê ji destê çeteyên DAÎS’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelên xwedî çand û baweriyên cuda, li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê zindî û bi rêxistin kir.

Xwestin bi destên DAIŞ’ê demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya gelên êzidiyên herî qedîm pêkbînin. Lê belê, taybet jî ji aliyê hêzên azad ên YPJ’ê ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst, berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Li hemberî vê qetliyamê bersiveke pir mezin û pîroza dane dijminê çeteyên hov. Bi hezaran ciwanên Kurd canê xwe feda kirin û jibo gelên êzidî carekedin vegerin liser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPG-YPJ jin û zarokên civaka êzidiyan ji destê DAIŞ’ê xilas kirin û hiştin ku jin û zarokên Êzidî bigehêjin malbatên xwe û vegerin ser axên xwe. Rewşa niha de gelên êzidî gihîştine wê astê ku, tevî jin û ciwanên xwe, xwe-bi-xwe rêvedibin û parastina xwe dikin. Ew jinên ciwan ên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin di ropja me ya îro de din ava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihên xwe digirin û bi guhertineke tarîxî ve gelên xwe û axa xwe ew diparêzin.

Di roja me ya îro de gel û jinên êzidî dixwazin tevî rêxistinkirina xwe ya pêşxistine ve stateyeke ji wan re bê naskirin. Di tevahiya Iraqê de û jibo jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê daxwaza syatuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza gelên êzidî Şengalê.

Di roja me ya îro de hêzên YPG-YPJ’ê ên ku civak û heremê, ji zîhniyeta çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine û li ser navê insanetiyê li hemberî DAIŞ’ê şer dane meşandin û gelê êzidiy rizgar kirine; niha jî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser hêzên heremê êrîş û dagirkerî pêk tê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPG-YPJ tê hedef girtin. Şûna ku aliyê hêzên YPG-YPJ yên xilasker de cihê xwe bigrin, berevajî vê yekê piştgiriyê didin hêzên çeteyên DAIŞ’ê û li hemberî YPG-YPJ’ê şer didin destpêkirin. Ev li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye.

Divê em li hemberî ev hêza dagirker û faşîst bi hev re têkoşînê bimeşînin. Ji ber niha ji aliyê dewleta Tirk ên faşîst ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya demokratîk êrîşên dagirkeriyê pêktên. Divê em li hemberî tehdîdên li ser şengalê û pilana dagirkirina rojhilatê bakurê sûriyê di pêşengtiya jin û ciwanan de hemû gel bi hev re têkoşîn bike û berxwebide. Em bangewazî dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasiyê yên li Rojhilatê Bakurê Sûriyê de jiyan dikin divê bi hev re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkan yekitiya xwe ava bikin û herem û axa xwe bi hevre biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navnetewî re jî dikin ku pêwîste li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya demokratîk bikevin hereketê û deng bidin.

Pêwîst e li hemberî van kiryar û polîtikayên qirêj, bê pîvan û bê exlaqî divê em wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir rêxistin bikin û vê siyasetê vala derbixin. Divê bi rihê seferberiyê ve li dijî zihniyeta serdestiya zilam, qetliyam û îşgalkirinê bisekinin û divê ji her demê bêhtir em deskeftiyên şoreşa xwe xwedî derkevin û tevlîbûnên xwe li hemberî vê pêvajoya dijwar, zêdetir bidin diyarkirin.

Li ser van esasan, em wek Koordînasyona Kongra Star a Rojava ev ferman û komkujiya li ser gelên êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên êzidî em şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û polîtîkayên qirêj ên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî wê tu carî neyên jibîrkirin û li hemberî vê yekê têkoşîn û berxwedaneke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. Birêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibin bingeha stratejî û taktika îdeolojiya avakirina jiyana wekhev û azad a demokratîk.”

Back to top button