Arşîv

Komxebata diyalogê di salvegera 5`an a Komkujiya Şengalê de dest pê kir

Bi boneya salvgera 5`emîn a Komkujiya Şengalê ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat û di encamê de bi deh hezaran ji êzidiyan bûn qurbanî, yekemîn komxebata diyalogê ya jinên Şengalê li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

125 delege ji sazî û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyên jin ji Şengalê, YPJ û YBŞ-Jin beşdarî komxebatê bûn.

Di eywana komxebatê de, wêneyên Komkujiya Şengalê û YPJ û YBŞ-Jin hatin daliqandin.

Komxebatê bi axaftina berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd dest pê kir. Evîn komkujiya ku der heqê gelê êzidî de pêk hatiye, şermezar kir û got: “Ev roj rojeke reş e ji bo tevahiya jinên cîhanê, ji ber ku jinên şengalî rastî sûcên herî kirêt û bi êş hatin.”

Evîn wiha dewam kir: “YPJ`ê dikaribû gelek jinên êzidî rizgar bike, jinan jî dikaribû xwe bi rêxistin bike û hêzeke leşkerî ya taybet bi xwe ava bikirina da ku tiştên 3`yê Tebaxê de çêbû, dûbare nebe.”

Tê payîn ku sînevizyonek der barê sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê derheqê gelê Şengalê de kiriye ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye amadekirin, were pêşandan.

Komxebat wê ji aliyê berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Şemo, endama Akademiya Jineolojiyê Rûmet Heval û endama Rêveber a Kongreya Star a Kantona Hesekê Neda Salih ve, were birêvebirin. Jinên ji Şengalê jî wê bi rêya Skypeyê tev li komxebatê bibin.

Sê mijar wê di komxebatê de werin nîqaşkirin, a yekemîn dîroka Şengalê, roja jina şengalî û sedemên êrîşê.

A duyemîn, rola YPJ, YBŞ-Jin di rizgarkirina jinên êzidî de û çawaniya birêxistinkirina xwe ji bo sekinandina li hemberî metirsiyan, da ku bûyera 2014`an rû nede.

A sêyemîn, encam û nirxandina karê ku di salên berê de ji destpêkirina dagirkirina Şengalê heta rizgarkirina wê, astengiyên ku li pêşiya jinên Şengalê derdikevin, piştî rizgarkirina wan û çawaniya rêxistina xwe di aliyê hiqûqî û civakî de.

Back to top button