Arşîv

‘Fermana 73’yan roja reş e em qet wê rojê ji bîr nakin’

ŞEHBA – Jinên ku beşdarî pêşengeha bîranîna 5’mîn a salvegera komkujiya Şengalê ya Yekîtiya Êzidî ya herêma Efrînê bûn komkujî şermezar kirin û gotin: “Fermana 73’yan rojeke reş bû em qet wê rojê ji bîr nakin.”

Bi pêşengiya Yekîtiya Êzidî ya herêma Efrînê pêşengehek bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Şengalê û berxwedana Serdemê em ê azadiya gelan misoger bikin”, ji bo bîranîna salvegera 5’mîn ya fermana li ser Şengalê li kantona Şehbayê hat lidarxistin. Jinên ku tevlî pêşengehê bûn nêrînên xwe bi me re parve kirin.

‘Em wê roja reş tu carî ji bîr nakin’

Rêvebera Yekîtiya Jinên Êzidî ya Efrînê Gulê Cafer fermana 3’yê Tebaxê bi bîr xist û wiha got: “3’’yê Tebaxê roja reş e ji bo civaka êzîdî. Em tu carî wê rojê ji bîr nakin. Em bejina xwe li hember hemû pakrewanên azadiyê û bi taybet pakrewanên fermana 73’an ditewînin. Di fermanê de komkujiyên herî mezin li ser jin, zarok, kal û pîran pêkanîn. Her wiha jinên êzidî hatin firotan. Di pêkanînan vê fermanê de wekî ku tiliye gelek dewletan tê de heye tiya Erdogan jî tê de heye. Her tim dewleta tirk dixwaze Gelê Kurd tune bike. Hemû komkujiyên xwe li ser kurdan pêk tîne û niha jî van kiryarên xwe li Efrînê didomîne. Lê ruxmî êrîşên hovane gelê Efrînê û bi taybet êzidî careke din li şehbayê berxwedana xwe didomînin û serî li hember fermanan hildidin.”

‘Fermana Şengalê li Efrînê xwe dubare dike’

Endama Yekîtiya Jinên Êzidî ya Efrînê Orîvan Menan jî li ser pêşengeha bîranîna fermana 73’an ya Şengalê got: “Ev salvegera 5’mîn a komkujiya Şengalê ye. Di vê komkujiyê de jin û zarok hedef hatin girtin û gelek jinên şengalî hatin firotan û destdirêjî li ser wan hat kirin, lê mixabin ev yek li hember çavên dewletên Navnetewî hat kirin û her kes di vê mijarê de bêdeng ma. Fermana li Şengalê pêk hat li Efrînê xwe dubare dike. Em weke jinên êzidî piştgiriyê didin hemû jinên Efrînê û Şengalê. Em jinên kurd in, êrîş û gefên dewleta tirk nikare berxwedaniya me bisekînin.”

‘Êzidiyên çanda xwe parastin bi fermanê re rûbirû man’

Rêvebera Kongreya Star a Herêma Efrînê Fatimê Sulêman jî wiha got: “Roja 3’yê Texaxa 2014’an rojek reş û tarî bû li ser gelê kurd û bi taybet kurdên êzidî. Êzidî ji ber ku her tim çand û ola xwe parastine rastî ferman û komkujiyan tên. Di komkujiya Şengalê de hemû kiryarên hovane li ser jinan meşandin. Êrîşên dewleta tirk her tim jinên kurd hedef digirin ji bo îrade û berxwedana wan bişkîne. Lê ev yek pêk nayê.”

Back to top button