Arşîv

Dorpeça li Mexmûrê didome

MEXMÛR – Wargeha Penaberan a Mexmurê ev 19 roj e ji aliyê asayişa PDK’ê ve di nava dorpêçê de ye. Her wiha rê nayê dayîn ku nexweşên giran derbas bibin. Ji bo nexweşan jî bijîşk li cihê rawestana asayişa PDK’ê temaşe dike hetanî ku rewşa nexweş diçe ber mirinê nû dihêle derbas bibe ew jî di bin çavdêriyê de rê didin.

Piştî bûyera li restoranta bi navê Hoqqbaz a 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêrê û şûnde PDK’ê dorpêç li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê kiriye. Rê nayê dayîn kes û esnaf ji wargehê derbasî Hewlêrê bibe. Her wiha rê bi nexweşan jî nayê dayîn ku herin nexweşxaneyên Hewlêrê.

Li gor agahiyên ku hatine girtin heta niha ji ber dorpêçê dayika bi navê Fatma Kara û Newroz Ehmed a ducanî ku ev hefteyek bû rewşa wê giran bû, ji ber ku asayîşa PDK’ê rê neda her ku çû rewşa wê girantir bû. Ji ber asayîşa PDK’ê rê neda herdu dayikan zarokên xwe winda kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di wargeha mexmurê de gelek kesên ku pêdivaya wan bi kar hene, karê nexweşên giran, îxtiyar hene pêwistiya wan bi nexweşxane û pêdiviyan hene derkevin ji derve, ji ber dorpêçê nikarin derkevin. Ji ber vê dorpêçê heta niha gelek karmendan karê xwe jî ji dest daye.

Her wiha tevgera balafiran gelek heye lê nayê zanîn ka ev balafiran ên dewleta tirk in an ji yên koalîsyonê ne. Di heman demê de rêveberên wargehê name radestî parlemena herêma Kurdistanê kiriye lê heta niha tu bersiv nehatiye.

Back to top button