Arşîv

Stêr Qasim: Em ê bibin deng û hêviya jinên Sûriyeyê

TEBQA – Endama Koordînisyona Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Endama Tora Serkirdeyên Aşîtiyê Stêr Qasim avakirina destûreke ku mafê jinan diparêze,dinirxîne. Stêr diyar kir ku biryarnameya ku di sala 2000’an de di meclisa ewle de hatibû girtin û li Sûriyê nehat pêkanîn wê Meclisa Jinê pêk bîne.”

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 14’ê Hizêrana 2019’an de hate avakirin, armanca wan ew e ku deng û nêrîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin yek, ji ku bikaribin di destûra werê avakirin de mafên xwe biparêzin. Derbarê avakirina destûr û nêrîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Endama Koordînisyona Meclisa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Endama Tora Serkirdeyên Aşîtiyê Stêr Qasim, nirxandin kir.

‘Armanc destpêkê parastina jinê ye’

Stêr diyar kir ku aramanca avakirina Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtina jinan e û wiha got:”Armanca me ew e ku jina bi hezaran salan e ji aliyê civaka baviksalar de hatiye çewsandin, mafê wê biparêzin û destûrekîe ku hebûna wê diparêzê, avabikin.”

‘Biryara 1325 ku nehatibû pêkanîn, di Meclisa Jin de pêk bînin’

Stêr biryarnameya ku di meclisa ewle de hatibû erêkirin, lê nehatibû pêkanîn wiha bi bîr xist: “Di cîhanê de gelek biryarên Navneteweyî ji aliyê beşdarbûna jinê di mijara siyasetê de hene. Lê nehatine pêkanîn. Mînaka vê jî biryarnameya 1325 a di sala 2000’an de ku di Meclisa Ewle de divê jin di gotibêj û diyaloga aştiyê ya li Sûriyê çêdibe, ji derve nemîne û neyê paşgukirin ku hatibû erêkirin lê heta niha li Sûriyê nehatibû pêkanîn. Ev biryarname tenê Iraq û Filistînê îmze kirbû, lê Sûriyê îmze nekir.”

‘Em hewdidin ku jin di diyaloga aşîtiyê û çareseriyê de cih bigre’

Stêrê balkişand ser girîngiya biryarnameya 1235 di vê pêvajoyê de û ev tişt got: “Yek ji armanca Meclisa Jinê ew e ku jin cihê xwe di diyaloga aştiyê de û di komîteya destûrê de,bigre. Me niha dest bi civînên danesîna Meclisa Jinê kiriye. Derbarê vê mijarê de jî bi taybet jinên ereb nêrîn û daxwazên xwe tînin ziman.”

‘Eger alozî neyê çareserkirin, dê bibe wekî nexweşiyeke bêderman’

Stêrê girîngiya pêvajoya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin jî wiha vegot:”Divê pêvajoyê de her ku diçe alozî kûrtir dibe, eger di zûtirîn dem de ev alozî neyê çareserkirin dê bibe nexweşiyeke mîna penceşêrê û li her deverê belav bibe.”

‘Deriyê Meclisa Jinê ji sazî û dezgehên jinan re vekiriye’

Stêrê tiştên ku ji sazî û dezgehên jinan tên xwestin wiha parve kir: “Divê pêvajoyê de jî divê hemû rêxistin,sazî û dezgehên jinan ên li Sûriyê serî li Meclisa Jinê bidin. Deriyê encûmanê jî vekiriye ku em bi yek nerîn û deng di komîteya destûrê de cih bigrin, ji bo ku em bibin hêviya hemû jinên Sûriyê di warê parastina mafên wan de.”

‘Meclisa Jinê dê bibe hêvî û dengê hemû jinên Sûriyê’

Stêrê bang li tevahî jinên Sûriyê kir ku êdî xwe ji pencên civaka baviksalar rizgar bikin û bikaribin hêz û rêxistina xwe ji cîhanê re îfade bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wekî Meclisa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê bibin deng û hêviya jinên Sûriyê. Divê êdî jin jî hewl bidin û hebûna xwe biparêzin ku di destûra werê avakirin de,cih bigrin.”

Back to top button