Arşîv

`Dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya dagirkirina tevahiya xaka Sûriyê`

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dirbêsiyê Semîre El-Ezîz di derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ajansa me re axivî.

‘Tirkiye hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike’

Semîre destnîşan kir ku armanca sereke ya gefên Tirkiyê berdewamkirina sûcên dijmirovahiyê ye.

Semîre tekez kir ku Erdogan û partiya wî hewl didin aloziyên Tirkiyê yên hundirîn derbasî derve bikin.

‘Dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya dagirkirina tevahiya xaka Sûriyê’

Semîre diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne û pêkhateyên wê ji destpêka şoreşê ve û heya roja me ya îro herêmên xwe birêve dibin. Semîre diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe parastin.

Semîre wiha berdewam kir: “Di rastiyê de ev êrîş dê zirarê bighîne Sûriyê bi giştî. Em rojane komkujî û binpêkirinên ku li Idlib, Ezaz, Bab û niha li Efrînê ji kuştin, revandin û talankirinê pêk tên, dibînin.”

Di dawiya hevdîtinê de Semîre got: “Eger Tirkiye êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dê ewlehiya herêmê tehdîd bike û dê bibe sedema şerekî nû. Dê bibe sedema kuştin, wêrankirin û koçberkirina şêniyan.”

Back to top button