Arşîv

Rojnemevan Ozgûr Serhed: Deniz Firat nîşana ragihandina azad e

KOBANÊ – Bi boneya 5’emîn salvegera Rojnemevan Deniz Firat, rêhevala wê Rojnemevan Ozgûr Serhed got: “Deniz Firat asta rojnemevaniya dilxwaz, azad û rast bilind kir. Di heman demê de bû pêşenga rojnamevanên li dû xwe.”

Leyla Yıldıztan (Denîz Firat) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema şopandina şerê di navbera çeteyên DAIŞ û têkoşerên azadiyê yên li Wargeha Ş. Rustem Cudî ya Mexmûrê bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnemevan û malbat, cenazeyê Rojnemevan Deniz Firat li Gundê Xecê Xatûnê yê Wanê li ser milê rojnamevanan tê definkirin. Rojnemevan Ozgûr Serhed bi wesîleya 5’emîn salvegera rojnemevan Deniz Firat axivî. Ozgûrê behsa kesayet û bîranînên Deniz Firat kir.

‘Denizê rojnamevanî bi mirovan dida hezkirin’

Ozgûr Serhed di destpêka axaftina xwe de qala kesayeta Denizê kir û got: “Hevala Deniz bi temenekî ciwan di sala 2007’an de dest bi xebatên çapemeniyê kiribû. Di sala 2008’an de dema ku Denizê ji bo kovara Tanriça Zîlan gotar dinivîsand, min ew nas kir. Nivîsandina kovarê gelek zehmet bû. 80 rûpel bû û mijarên wê siyasî, civakî û îdeolojî bûn, loma pêwîst bû ku gelek lêkolîn bihatibana kirin. Lê ji ber ku Deniz xwedî kesayeteke ji karê xwe hez dikir, bi coş, kelecan û jêhatî bû, nêrîn digirt û dinvîsand. Ez heyrana sekna wê ya di nav kar de bûm, tevî ku karên cuda jî di destên wê de hebûn, lê dîsa jî ew di karê xwe de serkeftî bû. Her çiqas min Deniz bidîta, çav û rûyê wê bi ken bûn û moral dida derdorên xwe. Her wiha di xebatên nivîskî û piratîkî de jî gelek gav avêtibû. Denîz bê westan dixebitî.”

‘Di şer de mînaka rojnemevaniyê bû’

Ozgûrê rojnemevaniya têkoşer Deniz a di nava şer de vegot û wiha berdewam kir: “Di dema êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê ên li ser Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de, Denizê bi zanebûn bûyer û rûdanên ku diqewimîn bi raya giştî re parve dikir. Kêlî bi kêlî agahiyên di derbarê şer de ji televizyon, ajans û radyoyan re radighand. Min jî her tim li Denizê guhdar dikir, ka rewş çawa ye. Deniz di nûçegîhaniya xwe de wêrek bû, ji ber ku dixwest rastiya DAIŞ’ê ji her kesî re eşkere bike, her tim li eniyên şer yên pêş bû. Lewra jî sekna Denizê di şer de mînaka rojnemevaniya dilxwaz û rast bû.”

‘Deniz Firat riya rojnemevaniya rast nîşan da’

Rojnemevan Ozgûr Serhed Deniz Firat bi bîr anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehadeta Deniz Firat bandoreke mezin çêkir. Piştî Denizê gelek kes beşdarî xebatên çapemeniyê bûn û hîna jî dibin. Kamere û pênûsa Denizê niha di destê bi sedan keç û xortên ciwan de ne û li ser şopa Denizê li pey evîn û rastiya heqîqetê de ne. Rast e şûna wê tu kes nikare tijî bike, her mirovek xwedî hêz û tayibetmendiyên cuda ne. Eşkerekirina heqîqetê karekî zehmet e, loma divê mirov bi eşqeke mezin tevlî xebatê bibe. Şehîd Deniz jî ev yek di kesayeta xwe de ava kiribû. Weke rojnemevanên jin em ê xwedî li mîrasa ku Deniz Firat, Nûjiyan Erhan û Dilîşan Îbiş li pey xwe hiştine derkevin.”

Back to top button