Arşîv

Yekîtiya Jinên Ciwan a Şehbayê gefên Tirkiyê şermezar kirin

Bi dehan endamên Yekitiya Jina Ciwan akantona Şehbayê tevî jinan ji sazî û meclisên sivîl ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî gelê Kurd li Rojava û başûrê Kurdistanê meşek bi meşaleyan organize kirin.

Meş ji gundê Ehdas ê girêdayî navçeya Fafîn ya kantona Şehbayê destpê kir û heta qada gundê Mearete El-Mislmiye bi dawî bû. Meşvanan alên Yekitiya Jina Ciwan, Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîd Diyar, Şehîd Avesta Xabûr û panklartên bi nivîsên Serî hildin û Xakorikê biparêzin, Efrîn banga me dike hildan.

Dema meşvan gihaştin qada gundê Miaretê meş rawestî û veguherî mitîngê. Piştî deqeya rêzgirtin endama Yekitiya Jina Ciwan Rîzgar Hemû daxuyaniya yekitiyê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de li dijî herêm û bajarl başûrê Kurdistanê tevahiya çekên pêşketî bi kar tîne bi taybet li ser Qendîl û Xakurkê . Her wiha tevî ku şêwazên şerê taybet bi hevkariya hindek alîiyên ajanên Tirkiyê. Tirkiyê bi awayekî eşkere li ber çavên cîhanê kiryarên xwe pêk tîne. Tevî gefên wê yên domdar li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi saya fedekariyên ciwanên herêmê ji DAIŞ`ê rizgar bûn.

Bi navê jina ciwan em soza meznkirina têkoşînê li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker di tevahiya parçeyên Kurdistanê didin.

Back to top button