Arşîv

Jinên Minbicê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê kon vegirtin

Bi dehan jinên bajarê Minbicê û Gundewarên wê beşdarî çalakiya konvedanê bûn. jinan alên Meclisa jinan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û alên Meclisa Leşkerî ya Babê hildan. Pankartên “Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin”, “na ji dagirker a Tirk re”, “bêdengiya navdewletî li hember kiryarên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar û lanet dikin”, “Bi vîna jina ciwan dê dagirker a Tirk têk bibin” û “Vîna me ji gefên wê bi hêztir in” bi kon ve hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Jinan a bajarê Minbicê û Gundewarên wê berdevka fermî ya Meclisê Ibtîsam Abdulqadir axivî û wiha got: “Ev kon bi vîna jina bihêz û têkoşîna wê hate vegirtin. Kombûna me ya îro di bin vê konê de nîşaneya sepandina helwest û yekrefiya pêkhateyên gelê Sûriyê li hember dagirkeriyê ye.”

Dûvre bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hevseroka şaxa partiyê ya li Minbic û Gundewarên wê Fetom Şerq gefên Tirkiyê şermezar kirin. Her wiha diyar kir ku ev gef bi hewldana hilweşandina ewlehî û aramiya herêmên rizgarkirîn ne. Ji lew re çi êrîş li ser xaka Sûriyê pêk hat dê azarên gelê Sûriyê zêde bikin.

Ji aliyê xwe ve jî bi navê Jinên Ciwan endama Meclisa Jinên Ciwan Esma Remo tekez kir gefên Tirkiyê red dikin û bi terora navdewletî ya bi nûnertiya AKP’ê bi nav kir. Esma îşaret pê kir ku Jinên Ciwan dê bibin kelha berxwedêr li beramber xeteriyên li ser xaka wan. Di dawiyê de Esma misoger kir ku ew zarokên vê xakê ne û ew ê biparêzin û ev gef li hember vîn û hêza wan ne tu tişt in.

Beşdaran diruşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina gefên dewleta dagirker a Tirk ên li ser xaka Sûriyê, berz dan.

Kon bi însiyatîva rêveberiya jinan a bajarê Minbicê hate vegirtin. Ew jî weke berdewamiya hemleya ku rêveberiyên jinan ên herêmên rizgarkirî (Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbic) dest pê kiriye. Dê heta sibe bidome. Tê pêşbînkirin ku jinên herêmên Reqa, Dêrazor û Tebqayê jî tev lê bibin.

Back to top button