Arşîv

Medya Uren: Gelek tiştên bi wêneyên xwe vebêjim hene

AMED – Wênesaz Medya Uren ya ku di salvegera Komkujiya Êzdiyan de bi wêneyên xêz kir komkujî vegot, ev tişt anî ziman: “Rastiya şer a erdnîgariya me heye û em tu car nikarin ji vê birevin. Ez jî hem bi wênexêziyê û hem jî bi rojnamegeriya dikim têkoşîn û jiyana xwe didomînim. Gelek tiştên ku ez bi wêne û nûçeyên xwe vebejim û bidim hîskirin hene.”

Di 5’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan de di 2’ê Tebaxê de li Amedê ji bo jinên Êzidî pêşangeheke wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyên wênsaz Medya Uren ya ku ew jî penabere cih girt. Medya li bajarê Mexmur a Iraqê hat dinê û çawa tê dinê şertên şer yên herêmê nas dike. Medya êrîş, komkujî û riya koçberiyê ya jiyaye û şahidiya wê kiriye xêz kir û wiha got: “Wêne riya herî baş ya ku ez xwe îfade bikim bû.”

‘Xêzkirina wêneyan ji bo min girîng bû’

Medya di 19’ê Hezîrana 2000’î de hat dinê û malbata wê ji sala 1994’an heta niha wek penaber jiyana xwe didomîne. Medyayê da zanîn ku wan 12 carî cih guhertiye û her cihên ku lê bicih bûne ji ya berê xerabtir bûye. Medya ku seranserê zarokatiya xwe şahidiya şer kiriye û got her tişt wek lîstik dîtiye û wiha pê de çû: “Min bi bîhna baruta ku her tim li esmanan bû hunera di dilê xwe de mezin kir. Ji ber vê xêzkirina wêneyan bo min girînge. Ez hewl didin şer, koçberî û êşa min şahidiya wê kiriye vebêjim û bidim hîskirin.”

‘Min di wêneyên xwe de herî zêde jin û zarok xêz kir’

Medyayê der barê wêneyên ku der barê komkujiya Êzidiyan de xêz kiriye axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komkujiya Êzidiyan di 3’ê Tebaxa 2014’an de hat jiyîn û bi hezaran Êzidî ketin riya koçberiyê. Bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin. Min jî xwest ez gelê Êzidî, bi taybet jin û zarokên ku ji vê komkujiyê bi bandor bûn vebêjim. Yên herî zêde ji êrîş û komkujiyê bi bandor bûn jin û zarok bûn. Ji ber vê min zêdetir jin û zarok xêz kirin. Min ev bixwe re jiya û ez bûm şahid. Ji ber vê ez baş dizanim ku gelê Êzidî çi jiya. Piştî şer me koçî Ranyayê kir. Di penaberiyê de carek din bûn penaber û em li çolê man. Em li Ranyayê li mizgeftan jiyan. Ji ku me jî wek gelê Êzidî heman tişt jiya, êş û koçberî ji me re nebiyanî bû. Piştî êrîşên li hember Şengalê em ji bo alîkariyê çûn cem gelê Êzidî. Ji ber herî baş me ew fêm dikirin. Hewcedariya wan bi me hebûn.”

‘Zarok bi bîhna barutê mezin dibin’

Medyayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew êşa Şengalê ji kûrahî hîs dikin û ev tişt vegot: “Min ev hestên xwe yên kûr di tabloyê de zindî kir. Yekane armanca min ev bû ku ez êşa gelê Êzidî bi hemû kesî bidim hîskirin. Em di pêvajoyek zor û zehmet de derbas dibin. Zarok bi bîhan barut û xwînê mezin dibin. Zarok çawa tên dinê şer nas dikin. Xêzkirina şer di esasê de qet nexweş e. Min dixwest ku ez li şûna şer tiştên xweştir xêz bikim. lê mixabin rastiya şer ya erdnîgariya me heye. Em nikarin ji vê birevin. Tevî hemû şert û mercên şer divê em bimeşin. Ez jî hem bi wêne û hem jî bi rojnamegeriyê jiyan û têkoşîna xwe didomînin. Gelek tiştên ez bi wêne û nûçeyên xwe vebêjim hene.

Back to top button