Arşîv

Jinên Girê Spî: Em ê axa xwe biparêzin

GIRÊ SPÎ – Li Girê Spiyê jinan dagirkerî û êrîş şermezar kirin û tevlîbûna xwe ya hemleya “Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” aşkera kirin.

Li dijî êrîş û dagirkeriyê jinên Girê Spiyê tevlî hemleya “Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” bûn. Kongreya Star a Girê Spiyê, li ber çarxereya şaredariya li navçeya Silûkê bi daxuyaniyê starta hemleyê dan. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclîsa Navçeyê ve hat xwendin.

‘Hemû cîhan bêdeng ma’

Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Sûriyê di şert û mercên awarte de derbas dibe. Dewleta tirk gef û êrîşên xwe çawa li ser Efrîn, Cerablûs û Babê anî û hemû cîhan bêdeng ma careke din dixwaze heremên me jî dagir bike. DAIŞ jinan bi saxî dikuşt, li sûkan difrot û bi rengê reş dipêçandin. Hêzên me yên berxwedêr YPJ/YPG’ê û QSD’ê şer kirin. Em weke dayik, xwişk û şervan bi felsefeya Netewa Demokratîk xwe ji nû ve ava dikin. Loma em soz didin şehîdên xwe yên weke Cûdî, Sara, Avêsta û Narîn ku em ê her tim li ser şopa wan û doza wanbin.”

‘Em ê axa xwe biparêzin’

Jinên Girê Spiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku li dijî dagirkeriyê têbikoşîn û wiha bi dawî daxuyaniya xwe anîn: “Em peyam û daxwazên xwe ji bo tevahiya jinên cîhanê re dişînin ku li kêlekê me bisekinin. Piştgirî bidin tevahiya maf û xwestekên me yên rewa. Çavên xwe ji destkeftiyên mirovahiyê re negirin. Rê li ber gef û hewildanên dewleta Tirk yên dagirkirina xakên me bigirin. Em ê her tim amedebin ku parastina ax û rûmeta xwe bikin û weke ku me ji bo Şengal, Kobanê, Reqa, Minbic û Dêrezorê xwe feda kir, em ê dîsa xwe feda bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên wekî “Bijî jina azad”, ” Bijî wekheviya gelan” û “Bijî yekîtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” bi dawî bû.

Back to top button