Arşîv

Kongreya Star a Helebê sê civîn li dar xistin

Kongreya Star girêdayî geşedanên dawîn dest bi pêngava rêzecivînan kiriye. Pêngav dê 6 mehan berdewam bike.

Kongreya Star di çarçoveya pêngavê de îro 3 civîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê; Şehîd Gelhat û Şehîd Rûbar Qamişlo) û ya sêyem li cadeya Benî Zêd a taxa Eşrefiye li dar xistin.

Bi dehan şêniyên her du taxan ji hemû pêkhateyan tev li ê civînan bûn. Civîn ji aliyê endamên rêveber ên Kongreya Star, endamên Meclisa Giştî yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û saziyên sivîl ve hatin birêvebirin.

Endaman destpêkê armancên lidarketina civînan diyar kirin û destnîşan kirin ku armanca civînana ew ku armancên Tirkiyê yên têkbirina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin.

Hate diyarkirin ku destwerdanên dewletên derve di karûbarên Sûriyê de aloziyê çareser nake, berovajî wê aloziyê gûrtir dike û rêbazên çareseriyê asteng dikin.

Di civînan de rola Tirkiyê di guhertina demogarfiya herêmê de bêyî ku bendek jê bê dayîn hate tekezkirin.

Endamên ku civîn bi rêvebe birin tekez kirin ku çareserî bi yekrêziya pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêkan e. Her wiha bang li Rejîma Sûriyê kirin ku bi QSD`ê re bikeve diyalogan.

Back to top button