Arşîv

Kongreya Star : Li dijî faşîzma dagirkeriyê hêza xwe bikin yek

îro Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî desteserkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikumeta AKP’ê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Niha li bajarê Amedê, Wanê û Mêrdînê êrîşkariya faşîzma dewleta Tirkiyê li ser gelê Kurd, demokrasî û aşîtîxwazan bi awayekî hovane pêk tê. Êrîşên dayikan dikin, êrîşê aştiyê dikin û êrîşê banga dîrokî dikin. Ji ber ku emel û bazariyên xwe li ser Rojava û Bakurê Rojhilatê Suriyê nikare bixe meriyetê ji bo wê jî aliyekî êrîşî îradeya şaredariyên gelên Bakur dike, ji aliyekî ve êrîşên hewayî li ser heremên Başûr bi kar tîne û ji aliyekî ve jî qirkirina siyasî li ser civakê pêk tîne. Hemû v kiryarên Dagirkeriya Dewleta Tirk, binkeftina zihniyet û sîstema Erdogan îfade dike. Dipelpite û xwîn wenda dike. Kurdan tahumûl nake û ji bo wê jî pêkanînên qirkirinê dide meşandin. Ji bo wê jî beriya ku bikeve û têkbiçe, çi ji destê wan tê hemû êrîşên xwe yên dijwar û hovane li ser demokrasî û aşitiyê dixe meriyetê û pêk tîne. Bi tu awayî ev pêkanînên qirkirinê û dagirkeriya li ser îradeya gel nayê qebûlkirin û li hemberî van pêkanînan wê gel tucarî serê xwe netewînin û hertim di nava berxwedaniyê de bin.

Ev duroj in, li ser îradeya gelê Bakurê kurdistanê bombeyên gazê û panzeran bi kar tînin. Ev yek tune hesibandina îradeya gelên Kurd û biloka demokrasiyê îfade dike. Tayînkirina qayûman û girtinên siyasî ên serokên şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê dij-demokrasiyê. Iradeya gel a ku di sindoqên hilbijartinê de derketine holê, niha jî bi rêya tayînkirina qayuman ve îradeya gel, demokrasî û mafê hilbijartinê tê xesipkirin. Dîsa, bi rêya qayûman ve li dijî sîstema hevserokatiyê derketin li ber çava ne. Li dijî sîstema hevserokatiyê derketin, nenaskirin û neqebûlkirina îradeya jinê îfade dike û ev zihniyet êrîşeke li hemberî îradeya jinê ye. Her wiha, ev yek nehezimkirin û netehemûlkirina li hemberî bangewaziya aşîtiyê jî dide îfadekirin. Dagirkeriya şaredariyan, yek ji pilanên dagirkirina îradeya gelê Kurd e. Qirkirina siyasî, tirsa ji azadî û aşitiyê ye, çavsoriya li dij mirovatiyê ye.

Em ê li hemberî vê dagirkeriya faşîzmê li ber xwe bidin û piştgirî û bangewaziya xwe li dijî zilim û zordariya faşîzma dewleta Erdogan bilindtir û mezintir bikin. Divê gelê Bakurê Kurdistanê jî şaredariyên xwe ji qayuman re nehêlin û heya şaredariyên xwe bigrin dest divê dev ji berxwedaniyê bernedin. Divê her tim li qadan û meydanan raperînê xurtir bikin. Bangewaziya me ji biloka demokrasiyê re jî ew e ku divê ji vê dij-huquqiyê û dij- însaniyetê re bê deng nemînin, îrade û hêza xwe li hemberî dagirkerî û faşîzmê bikin yek. Serhildan û berxwedanên gel li hemberî dagirkeriya faşîst wê bibin bersivên herî xurt.

Em wek hereqeta jin a Kongreya Star van êrîşên dijwar, hovane, dij-însaniyet û dagirkeriya faşîst şermezar dikin, vê zilm û zoriya li ser îradeya gelê Bakurê Kurdîstanê tu carî qebûl nakin û bêdeng jî namînin. Bangewaziya me ji hemû hêzên demokrasî û aşitiyê heye ku divê li hemberî faşîzma dagirkeriya desthilatdar hêza xwe bikin yek û li dijî vê qirkirina siyasî derbikevin. Dîsa pêwîste, hemû cihan û raya giştî ji vê zilimkariyê re bêdeng nemînin. Gelê Kurd gelên qedîm û hevparên axa mezopotamyayê ne û wê ax û rûmeta xwe biparêzin , dagirkeriya faşîzmê jî têk bibin.

Careke din em wek Kongreya Star êrîşên dagirkeriya li ser îradeya şaredariyên gel û girtinên qirkirinên siyasî yên li Bakurê Kurdıstanê, şermezar dikin û em ê li dengê dîrokê xwedî derbikevin. Dengê aşitî, azadî û rêxistinkirin û avakirina yekitiya gelan ji her demî zedetir bilintir û xurtir bikin. Em serhildan û berxwedana gelên Bakurê Kurdistanê silav dikin û dengê xwe digihînin dengê wan, piştgiriya xwe didin berxwedana wan. Bersivdayîna me wê bibe serkeftina avakirina şoreşa azadî û demokrasiyê.”

Back to top button