Arşîv

Jinên Kobanê: Desteserkirina şaredariyên destdirêjiya li vîna Gelê Kurd e

Jinên Kobanê: Desteserkirina şaredariyên destdirêjiya li vîna Gelê Kurd e

KOBANÊ – Jinên Kobanê yên ku di bin konê mertalê zindî de li dijî êrîşên dewleta tirk di çalakiyê de ne, derbarê desteserkirina şaredariyên Bakur de bertk nîşan dan û gotin: “Hikûmeta AKP’ê bi van kiryarên xwe herkîna jiyanê ji bo kurdan dide sekinandin. Vîna gelan wê li hember dewleta tirk li ber xwe bide.”

Dewleta tir di 19’ê Tebaxê de li Bakur dest bi desteserkirina şaredariyên bajarên kurdan; Amed,Wan û Mêrdînê kir û qeyûm tayînî wan kir. Ji xwe di salên borî de jî êrîşên vê dewletê li hember vîna gelê kurd derketin pêş û îro careke din ev destdirêjî bi rêbazên dijwartir didomê. Li dijî zorî û desthilatdariyê gelê Bakur li ser piya bû. Têkildarî mijarê jinên herêma Kobanê yên ku berxwedana xwe di bin konê mertalên zindî de dewam dikin, kiryarên dewleta tirkiyê şermaskirin û gotin: “Desteserkirina şaredariyên herêmên kurdan destdirêjiya li ser vîn û îradeya gelê Bakur e.”

‘Hikûmeta AKP’ê dixwaze jiyanê li kurdan qedexe bike’

Jina bi navê Evîn Berat wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev ne cara yekem e ku dewleta tirkiyê desthilatdariya xwe li ser vîna gelan dide meşandin. Wekî her carê desthilatdariya AKP’ê dixwazê di miha Tebaxê de dixwaze êrîşî Gelê Kurd bike. Ji gefên li ser rojva bigire het, dagirkina xaka Başur û niha jî şaredariyên bajarên Kurdan ên Bakur desteser dikê û bi qeyûman dixwaze li gorî berjewendiyên xwe rêve bibe. Hikûmeta AKP’ê bi van kiryarên xwe dixwze jiyanê li kurdan qedexe bike. Hovîtiya ku li Bakur tê kirin ji rewşa li ser herêmên din yên kurdan ne serbixwe ye. Daxwaza Erdogan kolekirina kurdan e.”

Back to top button