Arşîv

Rêxistina Sara bang parastina mirovahiyê ji şer û wêrankirinê kir

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi dirûşma “Xaka û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ‘ê têk bibin” de ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêxistina Sara Ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan a li Herêma Firatê çalakiyek protestoyî li ber mûzeya Kobanê li dar xist.

Di çalakiya ku bi dehan jin tevlê bibin bi navê Rêxistina Sara Ya Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan rêveberên rêxistinê Şirîn Muslim û Newroz Ebdî bi zimanên Kurdî û Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Şer bi topavêj û barandina guleyan destpê nake. Lê belê destpêkê di mejî û derûniyê de pêk tê. Piştre heke rewş guncaw bû li ser erdê vedigere rûyê leşkerî.

Cûreya şer û nakokiyan çi dibe bila bibe, di encamê de ji bilî şer, wêrankirin û talankirinê di dever û derûniyê de çênake. Ev nakokî û şer ji cûreyên herî xeternake ku mirovan dixe xeteriyê. Ji ber ku bi wê re bûyer û rûdanên kuştin, revandin, tecawîzkirin, penabertî, koçberkirin û komkujî pêk tên. Di encamê de jî bi hezaran sivîl ji jin, zarok û kal û pîran dibin qurbanî. Her wiha wêrankirin û krîz li ser tevahî aliyan çêdibe û bi xwe re jî tirs, xof û belavbûyînekê têne.

Ji lew re divê em hewl bidin ku bi aştiyane li hember şer û nakokiyan bisekinin. Divê mentiqê tundî û şer bê rakirin û pêkanîna wê ne gengaz be. Ji ber mijar mîna 2 alî ben ( werîs) bikişînin, kê zêde hêz dayê û kişand dê biqete.

Heta dûrî vê xeteriyê bin. Divê tevahî rêxistinên navdewletî û herêmî yên mafên mirovan li hember fikra şer û nakokiyên çekdarî yên ku nakevin xizmeta mirovahî bisekinin. Lê belê tundiyê bi her cûreyên wê geş dikin.

Em Rêxistina Sara û tevahî rêxistinên ku barê parastina mirovahiyê ji xeteriya şer hilgirtiyê ser xwe, bang li tevahî rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dikin ku dengê xwe tev li dengê me bikin û bêjin; na ji tundî û şer re.

Zarok û jinên me ji kuştin û windabûnê rizgar bikin. Pêşeroja zarokên me di gihandin û fêrkirinê de ye û ne ku di şeran de ye. Em hev re e li dijî kuştin û wêrankirin rabin û bi aştîhezî bijî da ku mirovahiyê ji xofa şer rizgar bikin.”

Back to top button