Arşîv

Şîraz Hemo: Divê hemû gel li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe nîşan bidin

ŞEHBA – Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo derbarê tayinkirina qayyimên li bajarên Mêrdîn, Amed û Wanê de axivî û got: “Li dijî siyaseta Erdogan divê kesên ku dengê xwe dane HDP’ê û bi ser ketine dakevin qadan û li hember dagirkirina şaredariyan têkoşîna xwe mezin bikin.”

Di 19’ê Tebaxê de ji aliyê bloka AKP-MHP’ê ve qayyim tayinî ser şaredariyên bajarê Amed, Mêrdîn û Wanê hatin kirin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo nirxandin kir û banga saziyên mafê mirovan kir ku li hember kiryar û siyaseta dewleta tirk rawestin û biryarên xwe bidin nîşandan.

‘Sîstema faşîzmê her tim Gelê Kurd hedef digire’

Şîrazê di despêka axaftina xwe de bal kişad ser desteserkirina şaredariyan û wiha got: “Dewleta Tirk her dem kiryar û sîstema xwe li ser Gelê Kurd dimeşîne. Di demên dawî de bi tecrîdkirina Hevserokên Şaredariya Bakurê Kurdistanê hat xuyakirin ku ji bo îradeya demokratîk îradeya gel ên ku derdikeve holê binpêk bike, hewldan didome.”

‘Divê gel sekin û helwestên xwe li hember dagirkeriyê nîşan bidin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Şîrazê diyar kir ku siyaseta dewleta tirk xeteriyek li ser tevahî ye cîhanê ye, ne tenê ser gelê kurd e û wiha domand: “Dewleta Tirk bi siyasetên xwe êrîşî xwazeyê dike, ev jî xeteriyekê ava dike, ne tenê ser Gelê Kurd ên ku şaredariya wan tecrîd dike, ev xeteriyek li ser gelê Tirk û Rojhilata Navîn dike û siyaseta xwe a faşist bi pêş dixe. Pêwîst e nerazîbûnek ji gelên ku li Tirkiyê dijîn derkeve pêş, sekin û helwestên xwe nîşan bidin.”

‘Li hember dagirkirina şaredariya dengê xwe bilind bikin’

Şîrazê diyar kir ku dewleta Tirk di hilbijartinên şaredariyê de bi ser neket û got: “Erdogan di hilbijartinan de bi ser neket. Loma niha tola vê yekê ji gelê Kurd digire. Lê li dijî siyaseta Erdogan divê kesên ku dengê xwe dane şaredariyê û bi ser ketine dakevin qadan û li hember tecrîdkirina şaredariyê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Dewleta Tirk di aliyê aborî de hatiye hilweşandin’

Di dewamiya axaftina xwe de Şîrazê bal kişand ser hilweşandina sîstema hundirîn ya dewleta Tirk û wiha dewam kir: “Ji ber ku sîstema dewleta tirk a hundirîn hilweşiye û bi taybet di aliyê aboriyê de bin ketiye, bi hezaran ji welatiyan ji kar hatine avêtin. Ev jî ji sîstema zordariyê dide nîşandan. Bi hezaran kesên welatparêz ên ku siyasetek wiha qebûl nekirine di girtîgehan de hatine girtin. Her kesên dibêje em mafê mirovan diparêzin, bi demokrasî û azadiyê bang dikin ji aliyê dewleta tirk ve tên binçavkirin.”

‘Divê saziyên mafê mirovan helwestên xwe li hember dagirkeriyê nîşan bidin’

Şîrazê banga saziyên mafê mirovan kir ku li hember kiryar û siyaseta dewleta tirk rawestin û biryarên xwe nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Divê hemû saziyên mafê mirovan û dadgehên Navnetewî bal bikşînin ser kiryarên Dewleta Tirk ên di derheqê gelê demokrasî, azadîxwaz û biryarên xwe nîşan bidin. Pêwîst e her kesê ku cihê xwe di saziyên mafê mirovan de digirin tev bigerin.”

‘Ger gel ranebin ser piyan wê hemû destkeftiyên gel werin binpêkirin’

Şîrazê banga hemû gelan kir ku rabin ser piyan û piştgiriyê bidin dayikên qehreman ên ku serê xwe li hember dagirkeriyê netewandine û wiha got: “Divê hemû gelê azadîxwaz rabin ser piyan û piştgiriyê bidin dayikên ku li hember kiryarên dewleta Tirk berxwedan û helwestên xwe dane nîşandan û serê xwe hildane. Ji ber ku dema gel li Bakurê Kurdistanê daketin qadan bi pêşengtiyên jinê bû. Divê hemû gel di nava liv û tevgerê de bin ji ber ku îro 3 şaredariyên ku ji serokên wan hatine tecrîdkirin wê careke din ev tecrîd ser hemû şaredariyên ku gel bi dest xistiye bimeşînin.”

‘Divê hemû kesên demokrasiyê dixwazin dengê xwe bilind bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Şîrazê anî ziman ku hemû gel asta têkoşîn û berxwedana xwe li hember dagirkeriyê bidin nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk li her deverê li dijî demokrasiyê û rastiyê derdikeve û her jinê hedef digire. Niha jî dewleta tirk careke din dijbertiya xwe dubare dike û zîndanên xwe bi girtiyan tijî dike. Ji ber vê yekê divê em helwesta xwe zelal bikin û rabin ser piyan. Divê hemû kesên demokrasiyê di hundir Tirkiyeyê de temsîl dikin, dengê xwe bilind bikin.”

Back to top button