Arşîv

Meşa navendî… malbatên cangoriyên azadiyê berê xwe didin Tirbespiyê

Bi hezaran malbatên şehîdên kantona Qamişlo berê xwe da navçeya Tirbespiyê da ku beşdarî meşa navendî ya malbatên şehîdan bibin. Meş dê ji ber navenda Kongreya Star a navçeyê, ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike.

Malbatan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku di hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ`ê û êrîşên rejîma Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûne, rakirine.

Back to top button