Arşîv

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê li ser sînorên kantona Kobanê ya ku di 17`ê Tîrmehê de destpê kiriye, bi daxuyaniyekê piştî 40 rojan bi dawî bû. Bi sedan ji şêniyên gundan û bajarokên kantonê beşdarî merasîma bi dawîkirina çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku piştî ku çalakî gihaşt armancên xwe, bi dawî bû. Lê çalakiyên gelêrî li dijî dewleta Tirk a dagirker dê bi rêbazên din berdewam bikin û şêniyan diyar kirin ku amade ne li berxwe bidin.

Gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî nerazîbûnên gelêrî hatin. Gelên herêmê li gelek herêmên ser sînor çalakiyên mertalên zindî û xwepêşendan li dar xistin. Jê ya herî sereke meşa bi hezaran ji sûriyan li ber mezintirîn bargehên leşkerî yên Koalîsyona Navdewletî li bakurê Sûriyê li gundê Xirab Eşk başûrê Kobanê. Şêniyan bi rêya meşê nerazîbûnên xwe ji gefên Tirkiyê li dijî herêmên ku bi saya xwîna ciwanên wan ji DAIŞ`ê rizgar bûne, anîn ziman.

Şêniyan li gundên Qere Moxê û Ziyaretê li ser sînorên Tirkiyê bakurê kantona Kobanê du çalakiyên konvedanê li dar xistin. Çalakiya gundê Ziyaretê du heftan dom kir û ya Qere Moxê rojhilatê bajarê Kobanê 6 hefteyan berdewam kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên kantonê, tevî endamên rêveber ên saziyên sivîl ji herêmên Sûriyê yên cuda di dirêjahiya 40 rojan de tev li çalakiyên konvedanê bûn. Beşdarên çalakiyê jî rojane tev li mertalên zindî li hember sînor bûn.

Back to top button