Arşîv

Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dawî bû

ŞEHBA – Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a li dijî dagirkeriyê de bi dirûşma “Ax û Rûmeta xwe biparêzin, Dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” mîhrîcana Yekîtiyên Jinên Ciwan ku hat lidarxistin bi dawî bû.

Bi tevlîbûna Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Rêxistina Kongreya Star û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Mîhrîcana Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi diruşma “Bi rihê şehîd Stêrvan, rêya rizgarkirina Efrînê xêz bike” bi dawî bû.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pêkir. Paşê Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi çalakiyên xwe yên hunerî di aliyê şano, stran, govend, helbest û pêşbirkên hunerî û bi cilên xwe yên gelîrî mîhrîcan geş kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de Tevgera Xwendekarên Demokratiîk ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hat xelatkirin û mîhrîcan bi dawî bû.

Back to top button