Arşîv

Şaredariyên Herêma Cizîrê ji bo berxwedana Bakur meşiyan

QAMIŞLO – Bi hezaran Endamên Şaredariyên herêma Cizîrê bi hemû beşên xwe êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryarên li ser Şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi meşekê, şermezar kirin.

Di çarçoveya rêzçalakiyên hemleya Tevgera Kongreya Star a “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe”, bi hezaran Endamên Şaredariyên Herêma Cizîrê bi hemû beşên xwe bi pêşengiya Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê, meşiyan. Di meşê de gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û kiryarên wê yên li ser Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê, şermezar kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.

Di meşê de alên Kongreya Star, Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê û pankertên bi nivîsên “Faşîzma Erdogan nikare vîna gel bişkîne”, “Na ji dagirkeriyê re “, “Wê hêza gelan bi ser keve”, hatin hilgirtin. Meş ji Akademiya Şaredariyan a bajarê Qamişloyê dest pê kir û heta Şaredariya Rojhilatê Qamişloyê rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakerewanên azadiyê li ser navê Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê Sema Bekdaş axivî. Semayê berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir û piştgiriya xwe ji wan re nîşan da û wiha dom kir: “Şaredariyên ku bi îradeya gel bi ser ketine, deweleta tirk êrîşî wan dike. Hevserokên ku kar û xebatên xwe di xizmeta gelê xwe de pêk tînin, hatin girtin. Lê dewleta tirk çi jî bike nikare îradeya gel bişkîne. Em wek şaredariyên Herêma Cizîrê bi rih û xebatê xwe pêşengtiya wan bikin.”

Meş bi dirûşmên “Na ji faşîzma tirk re”, “Bijî Rêber Apo”, bi dawî bû.

Back to top button