Arşîv

Meclisa Jinên Ciwan banga xwebirêxistinê kir

Civîn li salona Meclisa Ciwanan a bajarê Minbicê hat lidarxistin. Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbicê û Gundewarên Wê û bi dehan jinên ciwan beşdarî civînê bûn.

Li cihê civînê pankartên bi nivîsa “Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku biparêzin”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re”, “Bi pêşengiya jinên ciwan serî hilde û li hemberî faşîzma Tirkiyê li ber xwe bide” hatin daliqandin.

Di civînê de yek ji rêveberên Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Koçer der barê rewşa jinên ciwan de axivî û destnîşan kir ku jin ji destpêkê ve dibin qurbaniyên desthilatdariya ku li ser civakê hatiye ferzkirin. Her wiha diyar kir ku divê jin di hemû aliyan de werin birêxistinkirin.

Der barê gefên dewleta Tirk de Jiyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker roj bi roj gefên xwe berfireh dike, ji ber wê divê hemû jinên ciwan xwe bi awayekî baştir bi rêxistin bikin û ji bo projeyên Tirkiyê têk bibin, yekitiya xwe ava bikin.

Di dawiyê de der barê êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyek ji aliyê endama Tevgera Xwendekaran Ehlam Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rewşên hesas re derbas dibe, êrîşên li dijî herêmê ji aliyê Erdogan û partiya wî ve zêde dibin, ji ber wê divê hemû jinên ciwan xwe di hemû aliyên leşkerî, fikrî û siyasî de amade bikin.

Back to top button