‘Di vê pêvajoyê de yekîtî pêwîst e’

Jinên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, girêdayî avabûna yekîtiya Kurd ji ajansa me re axivîn.
Jinan bang li partiyên siyasî kir ku bibin yek û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.
Şêniya bi navê Foze Umer got: “Li gel gefên dewleta dagirker a Tirk, divê her kes bi taybet partiyên kurdî bibin yek û demildest kongreya yekîtiyê lidar bixin. Divê partiyên Kurd bi yek dengî û nêrînê li hember dagirkeriyê bisekinin û destkeftiyên ku dagirkerî hewl dide îmha bike, biparêzin.”
Şêniya bi navê Sîham Elî, partiyên kurîd yên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û yekîtiya refa kurdî napejirînin bi dijminatiya gelê Kurd û îxanetê bi nav kir.
Sîham îşaret pê kir ku hin partiyên Kurd ên mîna ENKS’ê nikarin parastina doz û gelê xwe bikin û wiha got: “Ew tenê li pey berjewendiyên şexsî ne. Ew razîne ku dijmin komkujiyan li ser gelê Kurd pêk bîne. Ji lew re divê li xwe vegerin û li gel partiyên Kurd ên ji bo berjewendiyên gelê Kurd dixebitin, bisekinin.”
Şêniya bi navê Şerîvan Mihemed jî wiha axivî: “Em bang li yekîtiya Kurd dikin. Ji ber ku di pêvajoya niha de yekîtî