Arşîv

5’emîn Mihrîcana Zarokan a Qamişloyê dest pê kir

QAMIŞLO – 5’emîn Mihrîcana Zarokan li Qamişloyê bi dirûşma “Em zarok simbilê jiyanê ne “, dest pê kir.

Bi pêşengtiya tevgera TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn, 5’emîn Mîhrîcana Zarokan li navenda Çand û Hunera Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişloyê dest pê kir. Bi tevlîbûna Endamên Çand û Hunerê yên Kantona Qamişloyê û bi dehan Endamên sazî û dezgehên Sivîl, Kongreya Star û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mîhrîcana Zarokan dest pê kir. Hola mihrîcanê bi pankartên bi nivîsa “Na ji qirkirina çandî re”, “Azadî ji zaroktî dest pê dike” û “Zarok pêşeroj in xwedî li pêşeroja xwe derkevin”, her wiha wêneyên hêvî û aştiyê li ser zarokan hat xemilandin. Zarok bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî mihrîcanê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Hediye Şemo û li ser navê Komîteya Amedekar ya Mihrîcanê Beraa Hesen axivîn. Di axaftinan de bal kişandin li ser roja aşitiyê û gotin: “Ji bo zarokan aştîyek mayinde û siberojek ronî em hêvî dikin.”

Paşê têkîldarî zarokan sinevîzyonek hat pêşkêşkirin. Her wiha bi Orkestraya Rojava mihrîcanê dest pê kir.

Her wiha koma Şano ya Til Koçer ya “Zarokên hezkirin û aştiyê”, koma govendê ya siwêdîk “Kulîlkên koçer” û koma stranan ya Til Koçer “Zarokên hezkirin û aşitî yê” dê derkevin ser dikê.

Di dawiyê de wê zarok ji bo roja Aşitiyê ji navenda Çand û Hunera Aram Tîgran heta qada Şehîd Xebat bimeşin û balonan bilind bikin ezmanan.

Dê mihrîcan 4 rojan bidome.

Back to top button