Arşîv

Zarokan xeyalên xwe xêz kirin

ŞEHBA – Li Şehbayê du hezar zarok hatin gel hev û li ser qumaşê ku dirêjahiya wî 5 sed mîtro bû xeyalên xwe xêz kirin.

Ajansa Rû maf bi alîkariya yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê û mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) projeyek hunerî bi navê ‘Nîşaneyên Êşê’ bi diruşma “Jiyan mafê mine jî ” Ji zarokên Efrîn û Şehbayê re dan destpêkirin. di projeyêya hat destpêkirin de her zarokek dê êş û xeyalên xwe li ser tabloya wênexêziyê ya bi dirêjahiya 500 metre xêz bikin.

Nêzî du hezar zarokên Efrînê û zarokên ku koçberî Şehbayê bûne xeyalên xwe yên hatine hilweşandin li ser tabloya wênexêziyê xêz kirin, bi armanca êş û xeyalên xwe ji cîhanê re raghînin.

Di çalakiyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê, komîn û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî cihê xwe girtin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Ajansa Rû maf ya pêkhateya ereb, Nede El Hisên axivî, Nede ev çalakî li Rêber Apo û hemû zarokên Cîhanê pîrozkir û got: “Ev proje ji bo salvegera şahadeta zarokê bi navê Alan El Kurdî û roja aşîtiyê ya Cîhanê ye.”

Piştre zarokan bi şaxa dara zeytonê û firceyên xwe xeyal û êşên ku di şerê Efrînê de jiyan bi rêya xêzkirina wêneyan raxistin ber çavn.

Back to top button