Arşîv

Li Qamişloyê pêşangeha wêneyan hat lidarxistin

QAMIŞLO – Tabloyên şêwekar Nûr Şêxo ku îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo tên pêşandan, êşa jinan a ji ber zilm û zordariyê vedibêjin.

Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya Qamişloyê bi piştgiriya Hêzên Kurdî ‘Rojava’ pêşangeheke şêwekariyê ya şêwekar Nûr Şêxo hat lidarxistin. Di pêşengehê de tabloyên xwezaya jin, xweşikbûyina wê, heybet û xemla wê di civaka Kurdistanê de hatin pêşandan.
Pêşengeh bi tevlîbûna bi dehan jin, hunermend û şêwekaran pêk hat. Ev pêşengeh wê 2 rojan dom bike. Merasima vekirinê ji aliyê dayikên têkoşerên azadiyê ve pêk hat. Di pêşengehê de 38 tabloyên ku şexsê jin û xweşikbûna wê digire dest hene. Dema mirov derbasî pêşengehê dibe wêneyên jinan bala mirovan dikşîne. Ji êşên ku jin rû bi rû pê re mane ji serdema serdestiyê û zoriya ku li ser hatiye meşandin li kêleka wê jî tabloyên bedewiya jin, dayikên civaka pêşeng hêza jin îradeya wê di xemla van tabloyan de vedibêje. Ji aliyekê din jî tabloyên berxwedana jinan û parastina wê ji çand, ax û welatê wê re hêzdayina jinê dide pêş. Mirov dikare bêje ev pêşengeh bi giştî jin û jiyanê didin şîrovekirin.

Pêşangeh niha didome.

Back to top button