Arşîv

Li Helebê şahî hat lidarxistin

HELEB – Bi pêşengtiya Çand û Hunerê ya Demokratîk a bajarê Helebê şahiyek bi dirûşma “Em bi çand û hunera xwe dagirkeriyê têk bibin, aştiyê misoger bikin” hat lidarxistin.

Di çerçoveya rêzeçalakiya Kongreya Star a bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” hatibû destpêkirin de bi pêşengtiya Çand û Hunerê ya Demokratîk a bajarê Helebê şahî hat lidarxistin û daxuyaniyek hat dayîn. Qad bi tabloyên têkoşerên azadiyê hati xemilandin. Şahî bi tevlîbûna gelê heremê, li navenda Cemîl Horo ya Helebê bi dirûşma “Em bi çand û hunera xwe dagirkeriyê têk bibin, aştiyê mîsoger bikin” bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Kevana Zêrîn Sozdar Hemdo axivî û got: “Em di çarçoveya hemleya Kongreya Star de çalakiyên xwe li hember dagirkeriyê didomînin. Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, em ê jî deskeftiyên ku me bi dest xistine û xaka xwe biparêzin.”

Paşê Koma Kevana Zêrîn bi govend, şano û stranan hunerên xwe pêşkêş kir. Piştî şahiyê ji bo piştgiriya hemleya Kongreya Star daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kevana Zerîn Baharîn Mustafa ve hat xwendin.

‘Bi yekbûn û zanebûna jinê em welatê xwe biparêzin’

Baharîn di destpêka daxuyaniyê de diyar kir ku ew wek jin li hember êrîşên dagirkeriyê dikarin bibin bersiv û wiha domand: “Em jî xwediyê dîrok û maf in. Bi hezaran jinên kurd wek Sakîne, Avesta û Barînan canê xwe divê dozê de feda kirin. Em her dem rastî qirkirinan tên. Hemû hêzên cîhanê li hember êrîşên li ser Gelê Kurd bêdeng dimînin. Weke Rêber Apo jî dibêje ‘Em ê li hember êrîşan, bi rêya vîna xwe bibin bersiv.”

Baharîn bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser jinan û wiha pê de çû: “Dema dijmin welatêkî talan dike, di destpêkê de êrîşî jinan dikin. Piştre êrîşî çand û şûnwarên dîrokî dikin. Mînaka herî berbi çav Efrîn e. Lewra em hemû jin bi yekbûn û zanebûna xwe dikarin welatê xwe biparêzin. Em dîroka xwe ji pêşeroja xwe re bidin fêmkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Back to top button