Arşîv

Zehra El-Hemedê: Armanca komxebata jinên êlan aktîfkirina rola jinan a siyasî û civakî ye

Rêveberiya Jinan a herêmên Reqa, Dêrazor û Minbicê yekemîn komxebata jinên êlan bi dirûşma “Em bûn yek em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin` di 1`ê Îlonê de li Keleha Caber a ya bajarê Tebqayê li dar xist. Rêveberiyê komxebat ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê li dar xist.

Di komxebatê de jinan banga yekrêziyê ji bo sekinandina li hember gefên Tirkiyê yên ku dagirkirina herêman armanc dike, mîna Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablusê, kir. Her wiha di komxebatê de rola jinên êlan û qebîleyan di pêvajoya siyasî de bi tevlêbûna derdora hezar jinan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate tekezkirin.

Girêdayî lidarketina komxebatê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Zehra El-Hemedê ji ajansa me re axivî û got: “Bi însiyatîfeke mezin ji aliyê rêveberiyên jinan ve yên herêmên rizgarkirî, komxebat di vê pêvajoyê de ji bo tekezkirina rola jinên êlan di aştî û lihevanîna civakî de li dar ket. Her wiha yekitiya axa Sûriyê û redkirina mudaxeleyên derve û tevahiya şêwazên dagirkeriyê tekez kirin.”

‘Bi saya projeya neteweya demokratîk jinên Ereb gihaştin vê astê’

Zehra destnîşan kir ku komxebat di encama redkirina jinan de bi giştî di nav de jinên êlan ji gefên Tirkiyê re li dar ket û got: “Di tevahiya axaftinên ku di komxebatê de hatine gotin gefên Tirkiyê hatin şermezarkirin. Her wiha banga li yekitiya Sûriyê, redikirina mudexeleyên derve û pêwîstiya azadiya jinê li herêmê hate kirin.”

Têkildarî îdiayên Tirkiyê Zehra wiha got: “Dewleta Tirk têkbirina projeya neteweya demokratîk, koçberkirina şêniyan û wêrankirina herêman armanc dike. Ji ber ku ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ne li gorî siyaset û berjewendiya dagirkerî ye. Bi taybet piştî ku jin bi saya projeya neteweyî di tevahiya waran de bû pêşeng û azad bû.”

Di dawiyê de Zehra El-Hemedê wiha lê zêde kir: “Jinên êlan û jinên herêmê yên ku tev li komxebatê bûne nêrînên xwe girêdayî rewşa siyasî diyar kirin. Her wiha di civakê de deng vedan, dengên xwe gihandin rêxistinên jinan ên cîhanî û rolek di sînordarkirina gefên heyî de lîstin. “

Back to top button