Arşîv

‘Radyoya Dengê Kobanê berhema şoreşa 19’ê Tîrmehê ye’

KOBANÊ – Radyoya Dengê Kobanê vîn û berhemên xwe ji şoreşa gelan digire û li ser vê bingehê weşanê dike. Xebatkarên Dengê Kobanê dan zanîn ku Radyoya Dengê Kobanê radyoyek civakî, çandî, siyasî û hunerî ye û wiha gotin: “Em hewil didin ku bibin dengê gelê herêmê.”

Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pê kir û li Bakûr Rojavayê Sûriyeyê belav bû. Ev şoreş bû bingeha gelek serkeftinan. Radyoya Dengê Kobanê duyemîn ji radyoyên herêmî ye ku li Rojavayê Kurdistanê di 11’ê Mijdara 2012’an de hat avakirin. Di her kêliyê de xwe bi awayekî lez û rast digihîne her malbatekê. Di sala 2015’an de bê navber şerê giran ku li Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPJ/YPG’ê de diqewimî di her kêliyê de ji gel re dihat radigihand. Piştî ku şer li hemû kolanên bajar belav bû û cihê ku radyo lê weşan dikir jî hedef hate girtin û şûnde êdî weşana radyo tê sekinandin û xebatkarên wê di ajansa ANHA’yê de dixebitin û hinek jî derbasî radyo ya Dengê Cûdî dibin. Li wê derê hewil didin ku bi pênûs û dengê xwe rastî û berxwedana şervanan ji gel re ragihînin. Piştî şerê sala 2015’an û şûnde, dema ku bajar carek din ava dibe Radyoya Dengê Kobanê jî carek din dest bi weşana xwe dike. Radyo ya Dengê Kobanê ji ber ku li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de weşan dikir gelek caran dewleta tirk sinyal davêtin ser frekansa radyo û weşan dihat rawestandin. Dengê Kobanê têkoşîna xwe li dijî êrîşan nesekinand û bi rêbazên cuda karê xwe dom dike. Niha jî li ser 94.0 MHZ li navenda bajara Kobanê weşana xwe dom dike.

Radyo ya ku gelek caran ji ber êrîşên dewleta tirk nikaribû weşana xwe bike herî dawî, carek din rastî êrîşên dewleta tirk hatibû û ji neçarî weşana wê 6 mehan hatibû astengkirin. Endamên radyoyê li dijî dagirkeriyê bêdeng neman û piştî 6 mehan, carek din dest bi weşana xwe kir. Weşana her roj bi bernameya Toj baş Kobanê dest pê dike, serê seatê nûçe bi zimanê Kurmancî û Erebî tên dayîn. Her wiha bernameyên civakî, çandî, siyasî û aborî tên weşandin. Di sîstema Radyo de dewama şev û roj heye, hejmara xebatkaran neh in. Ji wan şeş jin in û sê mêr in , heft kes bi roj dixebitin du mêr jî bi şev dixebitin. Di derbarê weşan û rola jinê di radyoyê de xebatkarên Dengê Kobanê derbarê weşanê de nêrînên xwe parve kirin.

‘Em berhemên şoreşê ne’

Endama Radyoya Kobanê FM, Stêrvan Cûco di derbarê rol û misyona jinan a di radyoyê de wiha got:”Radyoya Dengê Kobanê kevneşopiya Radyoya dengê Erîvanê ya ku di sala 1955’an de li paytexta Ermenîstanê waşan dikire ye. Di wan salan de zaravayên Kurdî ku li gelek deveran qedexe bûn û kesî bi awayekî hêsanî nedikarî biaxive, lê belê di wê demê de dengê Erîvanê weşana xwe bi zaravayê Kurmancî dikir. Di vê serdemê de li her derê têkoşîna gelan tê dayîn. Radyoya me yek ji berhemên şoreşa sala 2012’an e. Bi şoreşê re di nava civakê de gelek gavên mezin hatin avêtin û em jî bûn deng, mirêk û rengê gel. Çawa jin di şoreşê de bûn pêşengê serketin û deskeftiyên gel îro di radyoyê de jî, jin pêşeng in. Vê gavê ji sedî nod weşan û xebatên radyoyê em hevalên jin dimeşînin. Li vê derê em dixwazin ku bibin dengê dilê jinan û civaka bi polîtîk û exlaqî.”

‘Dagirker li her derê ji dengê rastiyê ditirse’

Rewşan Berkel da zanîn ku Radyo Kobanê bi şoreşê re mezin bûye û wiha domand: “Di van demê dawiyê de weşana me ji aliyê dewleta tirk ve hatibû birîn, lê belê me têkoşînek bê hempa li dijî dagirkeriyê da û me hewil da ku em bi wan bidin zanîn ku wê dagirkerî tu caran bi ser nekeve. Heta niha zêdeyî 10 caran e ku weşana me ji aliyê dewleta tirk ve hatiye qutkirin, sedema birîna weşana me jî, ew bû ku desthiladarî ji rastiyê ditirse û naxwaze ku gel bi dek û dolabên wan bihese. Lê li dijî dagirkeriyê li her devera welat berxwedan heye û em jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ev du meh in ku me dest bi weşanê kiriye. Em ê ji niha û pê de hîn baştir û bi awayek rastir weşana xwe bidomînin. Radyoya me radyoyek civakî, çandî, siyasî û hunerî ye. Em hewil didin ku bibin dengê gelê herêmê.”

‘Em ê bibin degvedana dengê jinan’

Di dawiyê de Êva Berkel jî axivî û bal kişan ser rola jinê ya di radyoyê de û wiha got: “Ev bu du sal ku ez di radyoyê de dixebitim. Dema ku min nû dest bi kar kir min di gelek aliyan de zehmetî dikişand. Bi taybetî jî di aliyê pişeyî de tecrubeya min tunebû, lê belê ez niha hem nûçeyên bi zimanê Erebî û hem jî bernameyên daxwaza gel pêşkêş dikim. Di vê derê de hejmara me jinan ji ya xortan zêdetir e. Civaka ku berê nedihişt jin derkeve derve di roja îro de bi saya şoreşê jin dibin dengê gel û em ê weke jin hewil bidin ku bibin dengê hemû jinan û hemû jin jî ji hêza xwe ya cewherî haydar bibin.”

Back to top button