Arşîv

Li Şehbayê meşek li dijî êrîşan hat lidarxistin

ŞEHBA – Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a li dijî dagirkeriyê ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” hatibû destpêkirin, Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê meşek li gundê Til Sosîn heya qada kampa Serdem li dar xist.

Bi sedan ji şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe” herikîn qadan û êrîşên dewleta tirk êm li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Gel di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hilda. Her wiha pankartên bi nivîsa “Welat welatê me ye”, “Na ji dagirkeriya Osmaniya nû re” hilgirtin û bi diruşmên “Efrîn a me ye” û “Bijî wekheviya gelan” hatin berzkirin. Her wiha piştî meşê daxuyanî hate xwendin.

Piştî meş rawestiya bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Saziya Malbatên Şêhîdan Hêvî Silêman axivî û got: “Em ê xeta berxwedanê û têkoşînê mezin bikin, heya em digihêjin armanca xwe ya azadiya Serok Apo û rizgarkirina xaka Kurdistanê.” Piştî axaftinê daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê Şervîn Rifet ve hat xwendin.”

‘Dagirker bi van yekan têr nabe û êrîşî herêma Şehba û Şêrewa jî dike’

Daxuyanî wiha ye:”Dewleta tirk bi hemû hêzên xwe êrîşî Efrînê kir û goristanên têkoşerên azadiyê xirab kir. Her wiha cihên kevnar jî xera kir. Bi vê re girêdayî bi hezaran mirovên me qetil kir, revand û gelê heremê koç kir. Ev hemû êrîşên terorê ne û armanca guhertina demografiyê ye. Em van êrîşan hemû şermezar dkin. Dagirker bi van yekan têr nabe û êrîşî herêma Şehba û Şêrewa jî dike.”

‘Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin’

Şervînê di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiquqî û navneteweyî kir û wiha domand: “Em weke hevjînên têkoşerên azadiyê, hemû jinên berxwedêr bi taybet şervanên ku li çeperan de şer dikin silav dikin. Banga me ji hemû rêxistinên hiquqî û navneteweyî yên ku ji bo parastina mafên jinan û gelên bindest dixebitin êrîşên li ser Gelê Kurd qebûl nekin û dengê xwe bilind bikin. Careke din bi dilsozî soza şopandina rêya têkoşerên azadiyê bi hemû enerjiya xwe di tevahî qadan de nû dikin. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana jina azad”, “Azadî ji Serok Apo re” û “Rêzgirtin ji giyanê şehîdan re” bi dawî bû.

Back to top button