Arşîv

‘Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dozên jinan çareser dike’

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Meclisa Jinan a Minbicê li hola Meclisa Zagonsaz li avahiya rêveberiyê bi armanca danasîna Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanc û rêgezên meclisê, civînek li dar xist.

Di civînê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Ibrahîm Hisên axivî û got: “Meclis sîwaneke siyasî, mafparêzî, civakî û çandî ye, tê de rêxistinên jinan û rêxistinên partiyan, nûnerên meclisan û rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî dozên jinan û kesayetên jin ên serbixwe û jinên ciwan cihê xwe digirin.”

Jiyan destnîşan kir ku meclis dozên jinan çareser dike, her wiha ji bo xurtkirina beşdarbûna jinan di avakirina biryaran di dozên stratejîk û çarenûsî yên girêdayî jinan û civakê de dixebite û hevkariyê bi aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur Sûriyê re pêk tîne.

Her wiha Jiyan diyar kir ku ew wek jinên Sûriyê du qat rastî zilm û tûndiyê hatin, di destpêkê de ji ber ku ew jin in, di civakeke ku kevneşopî û kiryarên li dijî jinan hene, a din ji ber ku jin di hemû qadan de hatine paşguhkirin, ji mafên xwe yên civakî, siyasî û zagonî mehrûm in, lê tevî kiryarên rejîma Baasê jinan têkoşîneke dîrokî meşand.

Her wiha endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fewziyê Ebdî jî wiha got: “Tevgera şoreşê ya Sûriyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, bû nuqteya veguherandinê di jiyana gelê Sûriyê bi giştî de û di jiyana jinên Sûriyê bi taybet, ji ber vê yekê bû 2 sedemên sereke, ya yekemîn ji ber jinan ji vî şerî ji kuştin, koçberî û êş dît. A din rewşa siyasî yên heyî avakirina binesaziya li herêmên Sûriyê heta ku jinan destpêkeke dîrokî pêk anî.

Fewziyê destnîşan kir ku beşdarbûna jinên Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebata siyasî de rê li pêşiya sîstema hevserokatiyê û pêkanîna rêgeza hevbeşiyê di meclis û saziyên rêveberiyê de vekir.

Back to top button