Arşîv

Li Minbicê çalakiyên hunerî û werzîşê

Bi beşdarbûna dehan welatiyan, nûnerên Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk di çarçoveya pêngava “Em bûn yek em biser ketin, em ê berxwe didin da ku biparêzin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” de çalakiya huner û werzîşê lidar ket.

Çalakî ji aliyê Meclisa Jinên Ciwan a Minbic û gundewarên wê bi hevkariya navenda Çand û Hunerê û Komîteya Şano û Hunerê ve li stada 15`ê Tebaxê hatin lidarxistin

Piştî deqeyeke rêzgirtin bi navê Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Ibrahîm axivî û behsa hewldanên Tirkiyê yên ji bo derbekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Em avakirina civakekî demokratîk dixwazin ku wekhevî û demokrasî lê bidome, ev daxwaz jî ne li gorî berjewendiyên hin aliyan e, ji ber wê hewl didin derbeyê li projeya me bixin.”

Jiyan Ibrahîm bang li jinan kir: “Divê jin rola xwe di civakê de diyar bike û erkên xwe pêk bîne, da ku civakeke azad layîqî şehîdan bibe, bê avakirin.”

Piştre, Komîteya Şano û Hunerê a bajarê Minbicê şanoyek ku behsa girîngiya yekitiya hemû pêkhateyên li hemberî mêtîngeran pêşkêş kir. Her wiha dîlanên folklorî, toraneke werzîşê ji aliyê tîma Nimûr a Taykwando ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya de pêşangeheke wênesaziyê hate vekirin.

Back to top button