Arşîv

Li Reqayê “Ahenga Rengan” a zarokan

Ahenga Rengan a zarokan li dibistana Satai El-Hesrî ya taxa Mişleb a Reqayê ji aliyê Rêxistina Înma El-Kerama ve û koordîneya Meclisa Sivîl û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hate lidarxistin.

Bi sedan zarok tevlî malbatên xwe, nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, mamsote û endamên Rêxistina Înma El-Kerama amade bûn.

Rêveberê Rêxistina Înma El-Kerama Mihemed El-Seran bi xêrhatina beşaran kir û got: “Zarokên me divê li şûna çek û guleyan pênûs, pirtûk û lênûsan bibînin, li şûna top û wêrankirinê gulan xêz bikin. Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku zarok bi zarokatiya xwe bijîn. Divê em wan teşwîq bikin da ku li dibistanê û xwendinê vegerine û şer û wêrankirin ji bîran wan rakin.”

Piştre komên zarokan şano û stran pêşkêş kirin. Her wiha pêşbireke di navbera zarokan de hate organîzekirin.

Aheng bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

Tê payîn ku ev çalakî demên pêş dê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî were lidarxistin.

Back to top button