Arşîv

Desteya Jinê serdana kampa Holê kir

Şande ji seroka Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro, rêvebera Karûbarên Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Ûbeyd, cîgira seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Mele Îbrahîm û cîgirên seroka Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Derya Remedan û Newal Selûm pêk dihat ji aliyê rêveberên jin ên kampa Holê ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de endama Rêveber a Kampa Holê Hemrîn Hesen li ser rewşa kampê, tundiya ku jinên DAIŞ‘î yên di kampê de dimeşînin, her wiha belavbûna fikrê tundra ên DAIŞ di nava jin û zarokan de axivî.

Li ser rewşa xizmetguzarî jî Hemrîn anî ziman ku rêveberiya kampê hemû pêwîstiyên kampê beriya zivistanî peyda kirin da ku kêmasiyên ku di sala derbasbûyî de derketin dîsa dûbare nebin.

Hemrîn her wiha rexne li rêxistinên mirovî kir ku erka li hemberî koçber û penaberên kampê baş pêk naynin.

Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro ji aliyê xwe de got: “Bi rastî rewşa li kampê pir zehmet e, armanca me ji vê ziyaretê ew e ku plansaziyekê deynîn da ku sînorekî ji pirsgirêkan re deynin û hewl bidin ku jinên ji fikrê tarî xilas bibin.”

Cîhan teqez kir ku pêwîste bernameyeke perwerde û semînerên zanistî ji bo jinên di kampê de were dayîn. Her wiha pêşniyar kir ku rewşa hemû jinan were lêkolînkirin û jinên fikrê DAIŞ‘ê hilgirtine ji yên din were cûda kirin û jinên koçber yên ji Reqa, Dêrazor û Tebqayê li warên wan werin vegerandin û perwerdekirina wan şopandin.

Cîhan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hevkariya rêxistin û komleyan rewşa jinên li kampê baş bikin.

Back to top button