Arşîv

‘Em jiyana xwe bi hêviya vegera Efrînê didomînin’

ŞEHBA – Meclîsa Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê, tevî derfetên kêm dîsa jî pêwîstiyên gel pêk tînin û wan bi rêxistin û perwerde dikin. Endamên Rêveberiya Meclîsa Kampa Serdemê axivîn û gotin: “Meclîs ji bo pêkanîna pêdîviyên gel a jiyanî tê avakirin. Em ê li gel gelê xwe bisekinin û alîkariyê her bidin.”

Piştî êrîşên li ser Efrînê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê, gel ji Efrînê derketin û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Piştî ku gelê Efrînê li Şehbayê bi cîh bûn, ji bo rêxistina gel pêwist bû meclîsek were avakirin û ji nû ve pirsgirêkên heyî bê sererastkirin. Têkîldarê mijarê Rêveber û Endamên Meclîsa Kampa Serdemê nêrînên xwe parve kirin.

‘Em rêxistina xwe ya Efrînê li Şehbayê careke din didomînin’

Hevseroka Meclîsa Kampa Serdemê Raperîn Xelîl li ser rêxistinkirina meclîsê di hundir kampê de axivî û wiha domand: “Em rêxistina xwe ya Efrînê li Şehbayê û bi taybet di hundir kampan de didomînin. Li gor pêwîstiyên gelê kampê ev meclîs hat avakirin. Meclîs ji 8 komîteyan pêk tê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel weke; Komîteya jinê, çand û hunerê, şaredariyê, tendirûstiyê, li hevanînê, xwe parastinê, Aborî û kar û barên civakî, me xwe ji aliyê komîngehan jî bi rêxistin kiriye û nêzî 12 komîn ava kiriye.”

‘Em jiyana xwe bi hêviya vegera Efrînê didomînin’

Raperînê diyar kir ku meclîs ji bo rêxistinkirina gel û pêdîviyên wan a jiyanî pêk bînin hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Em ji aliyê perwerdekirina gel jî cihê xwe digirin, nêzî 1000 kes jê 800 jin di perwerdeyên bîrdozî re derbas bûne. Pêdîviyên gel a jiyanî weke avakirina park û li kampê çêkirina cihê televiziyonê, pêk tînin. Em soz didin em ê kar û xebata xwe bidomînin heya em vedigerin Efrînê. Ji ber ku gel jiyana xwe bi hêviya vegera Efrînê didomînin.”

‘Perwerde bingeha civakê ye’

Rêveberiya Komîteya Jinê ya Meclîsa Kampa Serdemê, Elîf Osman rola komîteya jinê di hundir civakê de xuya kir û wiha dom kir: “Em weke komîte, perwerdeya birdozî ji xwe re bingeh digirin. Ji ber ku perwerde bingeha civakê ye. Em û endamên komînan bi hev re dibin alîkar û pirsgirêkên jin bi riya nîqaşan çareser dikin. Lê tevî astengiyên ku jin dikşînin, guhertin û veguhartin jî heye.”

‘Em çiqas bibin yek ewqas em ê pêş bikevin’

Rêveberiya Komîteya Tendirûstî ya Meclîsa Kampa Serdem, Nediye Muhemed Elî pirsgirêkên tendirûstiyê di nava gel de dijî anî ziman û bangwaziya saziyên mafê mirovan kir û got: “Em weke komîteyên tendurûstî her dem semîneran ji dayikan re li ser parastina zarokên xwe ji nexweşiyan didin. Banga me ji saziyên mafê mirovan re hene ku berê xwe bidin zarokên Efrînê û pêdîviyên wan pêk bînin. Em çiqas bibin yek ewqas em ê pêş bikevin.”

Back to top button