Arşîv

Jinên Efrînê navê zarokên xwe kirin Veger, Efrîn, Berxwedan

ŞEHBA – Dayikên Efrînê yên li Şehbayê berxwedana xwe didomînin û bi hêviya vegera Efrînê dijîn navê zarokên xwe kirine Veger, Efrîn û Berxwedan. Dayikên bi hêviya vegera Efrînê dijîn wiha gotin: “Navên Veger, Efrîn û Berxwedan wê di dîrokê de were nivîsandin. Em bi navê zarokên xwe serbilind in. Ji bo vegera Efrînê em têkoşîna xwe didomînin.”

Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20’ê Çileyê 2018’an de li Efrînê di encama kuştin û koçberiya gelek mirovên Efrînê li Efrînê bi cih bûn. Dayikên ku li Efrînê 58 rojan li ber xwe dan û niha li Şehbayê berxwedana xwe didomînin navê zarokên xwe kirin Veger, Efrîn, Berxwedan û bi hêviya vegera Efrînê berxwedana xwe didomînin. Jinên navê zarokên xwe kirin Veger, Efrîn û Berxwedan wiha gotin:”Zarokên me ew ê hêzê ji navê xwe bigirin. Em ê jî hêzê ji navê zarokên xwe bigirin û her li dijî dagirkeran bisekinin.”

‘Em bi navê Efrînê serbilind in’

Dayika bi navê Ceylan Ebdo ya navê keça wê Efrîn e wiha got: “Di Berxwedana Serdemê de, ez ducanî bûm. Tevî top û tivingan, me li hember dagirkeriya dewleta tirk 58 rojî berxwedana xwe domand. Di şerê Efrînê de min gelek zehmetî dîtin ji ber ku ez ducanî bûm. Di wê demê de min soz da ger keçeke min çê bibe ez ê navê wê bikim Efrîn. Miraza dilê min bû û min navê keça xwe kir Efrîn. Em bi navê Efrînê serbilind in.”

‘Berxwedana Serdemê wê di dîrokê de were nivîsandin’

Dayika Salîha Ebdo ya ku navê keça xwe kiriye Berxwedan wiha got: “Li Efrînê dewleta tirk dagirkeriyek mezin kir. Lê tevî ewqas êrîşên dijwar berxwedana gel mezintir bû. Em niha li Şehbayê dijîn, lê hêviya me herdem vegera ser axa xwe ye. Li Efrînê, berxwedana gel bi nav û deng bû. Min jî navê keça xwe kir Berxwedan. Ji ber berxwedana Serdemê di dîrokê de hate nivîsandin.”

‘Bi hêviya vegera Efrînê, me navê keça xwe kir Veger’

Dayika bi navê Nûcîn Cimo ya ji Navçeya Şera Efrînê ye û navê keça xwe kir Veger wiha got: “Bi hêviya vegera Efrînê min navê keça xwe kir Veger. Em li Şehbayê her tim bi hêvî ku em ê vegerin cih û warên xwe. Dema gel ji keça min bipirsin navê te çima Veger e, wê demê wê were zanîn gelê Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe didomînin, da ku vegerin ser axa xwe. Navên Veger, Efrîn û Berxwedan wê di dîrokê de were nivîsandin. Em bi navê zarokên xwe serbilind in. Ji bo vegera Efrînê em têkoşîna xwe didomînin.”

Back to top button