Arşîv

Komcivîna Hevrûkirina Civaknasiyê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

KOBANÊ- Komcivîna Hevrûkirina Civaknasiyê ya li ser rewşa Kobanê piştî du rojan ji nîqaşan bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Akademiya Civaka Demokratîk Komcivîna hevrûkirina Civaknasiyê li ser rewşa Kobanê bi amedebûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolînvan, civaknas, zanyar, bijîkên derûnî, mamoste, nivîskar, rewşenbîr, hiquqnas û kesayetên serbixwe du rojan dom kir. Di komcivînê de gelek mijar hatin nirxandin û analîzkirin, li ser rastiya civaka Kobanê, çand, orf, adet, demografî, pergala perwerdehî, xizmetguzarî, mijara jin û hwd.
Di roja duyemîn de piştî nirxandina sîstema perwerde, rewşa çandî, tendurustî, şaredarî, eleketrîk, av, edalet, rêbazên çavdêriyê û nasnameya derûnî, komîteyek ji bo komkirina encamên komcivînê ji 7 kesan hate avakirin. Herî dawî jî daxuyaniya bi dawîkirina komcivînê hat dayin.
Daxuyanî wiha ye:

Li ser bingehê nîqaş, analîz, nêrîn û pêşniyarên ku di vê komcivînê de derketine, me komîteyek ava kirin da ku encamên van her dû rojan kom û belge bikin û ji bo rêveberiyên berpirsyar bişînin. Em jî di vê hêviyê de ne ku wê ev encamên ku ji hemû girêkên zihnî û rêveberiya ku ji bo civaka Kobanê bûye nasnameya çandî, zihnî û siyasî re bibe bersiv û wê rêveberî li ber çavan re derbas bike.
Di van herdû rojan de gelek madeyên di çarçoveya civakî, nirx, orf, adet, pergala perwerdehî, rêveberî, avahîsaziya demografî, mekanîzma saziyên xizmetguzariyê, edalet û nasnameya derûnî hatin nirxandin.

Di dawiyê de em spasiya hemû beşdarvanan ji mamoste, nivîskar, rewşenbîr, hiquqnas û kesayetên serbixwe dikin ku we jî rola xwe di vê komcivîna ku em di vê hêviyê de ne wê bibe nimûne û riya gihandina dengê heq û edaletê û sererastkirina riya rêveberiyê û jê re bibe bingeha avakirina sandîkeyên pîşeyî û berfirehkirina derfetan li pêşiya saziyên civakî. Diruşmeya me jî ev e, em bi hev re li dijî nezanbûnê şer bikin.

Hêjayî gotinê ye ku wê Akademiyên Civaka Demokratîk di dema pêş de li Kantona Girê Spî jî komcivîna civaknasiyê li dar bixin. Civaka Girê Spî jî ji çar pêkhateyan Kurd, Ereb, Turkmen, Ermen pêk tê.

Back to top button