Arşîv

Ji bo sivikkirina dorpêçê dayikên Efrînê mûnê amade dikin

Şêniyên Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de ji ber dagirkirina Tirkiyê ya herêma wan, ji Efrînê derketin û berê xwe da kantona Şehbayê li bakurê Helebê. Ji wê demê ve şênî di nav kampan û malên hema bêje wêrankirî de dimînin.

Ji aliyekî din ve rejîma Sûriyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye û bacên giran li ser kel û pelan ferz dike. Şênî ji bo ku barê dorpêçê sivik bikin, xwarinên zivistanê anku mûnê amade dikin.

Li gel bidawîbûna havînê jinên Efrînê yên ku di nav kampên kantona Şehbayê de dimînin, dest bi amadekirina mûnê dikin. Bi vê yekê dorpêça ku rejîma Sûriyê li wan ferz kiriye, sivik dikin.

Dayikên efrînî xwarinên zivistanê mîna baqûliyên hişk, şînkahî, tirşî, leçer, zeytûn, çilûya rezan û magdus amade dikin.

Ji ber tunebûna gelek pêdiviyan şênî zehmetiyan dikişînin. Ji bo wê pêdiviyên xwe ji hilberînên xwe yên herêmî peyda dikin. Girêdayî wê jina bi navê Cemîle Horo ya 66 salî got: “Min tirşû, zeytûn, çilûya rezan çêkir. Bamî û bacanên reş hişk kirin. Ji ber şert û mercên dijwar em neçar man mûnê bi miqdarên hindik çêkin.”

Beyaz Elî ku di nav Kampa Serdemê de dimîne, got: “Her sal me mûnê amade dikir. Me genim dikeland, savar û simût jê derdixistin. Lê piştî derketina ji malên xwe, genim li cem me peyda nabe.”

Beyaz ev tişt destnîşan kir: “Me hewl da tevahiya xwarinên ku zarok jê hez dikin, peyda bikin û ji ber dorpêçê me mûneya zivistanê amade kir.”

Back to top button