Arşîv

‘Çand bi jinê tê naskirin û zindîkirin’

HESEKÊ – Li hember polîtîkayên qirkirin û pişaftina çanda resen, Fatma Mihemed lawiran xwedî dike û yek ji amûrê çanda kevnar bi kar tîne. Fatmayê diyar kir ku ew bi saya keda xwe di heman demê de çanda xwe jî diparêze û wiha got: “Çand bi jinê tê naskirin û zindîkirin. Jin her dem bi keda destan derketiye pêş û bûye nîşaneya parastina çanda xwe.”

Sîstema kapîtalîst bi pêşketina teknîkê hewl dide ku civakê dûrî çand û exlaqê resen bixe. Li hember polîtîkayên qirkirin û pişaftina çandê, Fatma Mihemed lawiran xwedî dike û yek ji amûrê çanda kevnar bi kar tînê. Fatmayê 60 salî ye, dayika 8 zarokan e , li gundê Xezna ya girêdayî Beldeya Xera ya Çiyayê Kizwanan dijî. Fatma Mihemed li ser xwedîkirina lawiran û amûra ku bi kar tîne axivî.

‘Kedîkirina pez sûdek pir baş dide’

Fatmayê diyar kir ku xwedîkirina pez yek ji çanda resen a kevnar e û wiha axaftina xwe domand: “Pêwîst e mirov bi keda destê xwe, xwe xwedî bike, 25 pezê min hene, debara xwe û zarokên xwe bi xwedîkirina lawiran dikim. Ez ji hirî, mast, penêr û şîrê wan sûd digirim û ji bo zivistanê hiltînim. Di heman demê de ji bo zivistanê bişkulê wan hiltînim û ji bo sobeyan bi kar tînim, ji ber germahîyê dide hundir.”

‘Amûra şîr û rûn wekî dîrokekê di mala min de ye’

Fatmayê bal kişand ser amûra şîr û rûn û diyar kir ku nêzî 30 sal in ew vê amûrê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Min amûra ferzkirina şîr û rûn ji xwesiya xwe girtiye, lê nizanim temenê wê çi ye. Ev 30 sal in ez bi kar tînim û wekî amûrek dîrokî di mala min de ye. Piştî ku ez pez didoşim şîr dixim wê amûrê, rûn û şîr jê feriz dike. Bi vê amûrê em şîr û rûn ji hev diqetînin. Ji bo zivistanê jî pêdiviyên wekî rûn, penêr hiltînim, gundî jî tên gel min û bi rêya amûra ferzkirinê alîkariya wan dikim.”

‘Tiştên xwezayî dermanê hemû nexweşiyan e’

Fatmayê da zanîn ku rûn, penêr, mast û her tiştekî xwezayî dermanê gelek nexweşiyan e û wiha domand: “Rûnê ku em li ser destê xwe çêdikin jê re dibêjin rûnê erebî, ev rûn ji bo xurtkirina laşê mirovan pir baş e û dermanê dil e. Niha ciwanên me ji ber xwarinên hazir û yê kirînê kêmqiwet in û her dem nexweş dikevin, ji ber ku dûrî tiştên xwezayî çûne. Pêwist e em wekî dayik vegerin dîroka xwe û çanda xwe ya resen biparêzin.”

‘Ji bo parastina hebûna xwe em çanda xwe zindî bikin’

Fatmayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwist e em li dîroka xwe xwedî derkevin. Çanda xwe nas bikin. Dijmin bi rêya pişaftina çanda me dixwaze hebûna me tune bike û winda bike. Ji bo parastina hebûna xwe em çanda xwe zindî bikin û rê li ber pişaftinê bigirin.”

Back to top button