Arşîv

Li Serêkaniyê semînera ‘Bi vê rengî me bêhêvî têk bir‘

Navenda Şehîd Amara ya Şêwirên Dirûnî ya bajarê Serêkaniyê îro bi beşdarbûna bi dehan jinên bajarê semînerek bi sernavê “Bi vî rengî me bêhêvî têk bir” organîze kir.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre rêvebera Navenda Şehîd Amara Yasmîn Hemûd dest bi dayîna semînerê kir.

Di semînerê de mijarên wekî çawaniya xilasiya ji bêhêviyê, derbaskirina astengiyên rojane li pêşiya jinan derdikevin û çawa dê jin bighêjin armancên xwe hatin vegotoin.

Yasîm anî ziman ku divê jin bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û biryara xwe bistîne.

Semîner bi nîqaşan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.

Back to top button