Arşîv

Destkeftiyên Komîteya Jinan a Reqayê

Civîna salane ya jinan li bajarê Reqayê di 1`ê Cotmeha 2018`an de li dar ket. Li ser wê Rêveberiya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê gelek biryar dan, ji dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê heya vekirina projeyên çandinî û aborî.

Ji bo wê komîteyê proje nirxandin û dewreyên xwendin û nivîsandinê ji temenên cuda re vekirin, kargehên dirûtinê û firinên şîraniyê li hejmarek taxên bajarê Reqayê û gundewarên wê vekirin.

Di radeya yekemîn de jinên bî, jinên ku hatine berdan, dayik û hevserên şehîdan sûdê ji wan projeyên werdigirin di hewldanekê de da ku jêdera qûta xwe ya rojane peyda bikin.

Projeyên ku pêk hatine

Komîteya Jinan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê gelek projeyên aborî û çandinî di 14`ê Tîrmeha 2017`an de pêk anîne. Ya destpêkê, bi koordîneya Komîteya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dewreyên fêrikirina xwendin û nivîsandinê ji jinên taxa El-Diriye re vekirin. 22 jin tev li dewreyê bûn. Hejmara jinên ku ji dewreyê derçûne, gihaşt zêdetirî 200 jinan.

Komîteyê di 22`yê Çileya 2019`an de yekemîn projeya dirûtinê li taxa El-Mişlib piştî ku proje heya du mehan nirxand û werşe bi amûrên dirûnê û nexşkirinê amade kirin, vekir. Hejmara jinên ku sûd ji projeyê dîtine gihaşt 15 jinan. Piştî wê proje radestî jinên Tebqayê yên xizan hate kirin. Jin ji sedî 65 ji qezencên projeyê distînin.

Her wiha komîteyên şaxên din ji projeya dirûnê li herêmên Xatûniye û Hezîme vekirin. Hejmara jinên ku sûd ji projeyan girtiye, gihaşt 72 jinan.

Ji aliyekî din ve û ji bo ku qûta rojane ji dayik û hevserên şehîdan re were peydakirin, komîteyê 3 firinên şîraniyê di 3 mehan de bi koordîneya komîteya xebatên bingehîn li taxên El-Ferdos, El-Qiwetlî û Parka El-Beyda vekirin.

Di her firinekê de 4 jin dixebitin. Qezenca firinê heftane di navbera jinan de bi rêya ji sedî 50 û wekhev tê parvekirin.

Ji bo peydakirina daxwaz û kar û barên jinên gundewaran, komîteyê projeyek çandiniyê di 29`ê Gulana 2019`an de vekir. Komîteyê 5 hingar li herêma Reqa Sumra li rojhilatê bajêr vekirin. Di wan hingaran de cureyên cuda ji şînkahî û şînatiyên din têne çandin. Di vê projeyê de 52 jin dixebitin. Hilberîna hingaran ji şînkahiyê digihîje zêdetirî ji sedî 80 û pişttî firotina wê di nav sûkên bajêr de sûd jê tê wergirtin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyrûz Xelîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku kar di sala borî de ji aliyê fikrî û zanistî ve di qonaxa avakirinê de bû. Bi hatina sala 2019`an re gelek proje û planên ji bo piştgiriya aboriya jinan hene.

Têkildarî projeyan Feyrûz got: “Ev proje bi rêjeya ji sedî 80 pêk hatine. Li rex wê jî piştî vekirina Navenda Jinan a Civakî gelek semîner, bernameyên werzîşî û mitbaxek ji jinan re hatin lidarxistin. Jin ji çînên cuda tev lê bûn, di nav de jinên astengar, di encamê de wan jinan astendariya xwe derbas kirin.”

Tevî wê jî di navendê de çalakiyên cuda ji zarokan re têne lidarxistin, li rex vekirina baxçeyê zarokên ku temenên wan 6 saliyê derbas nake. Derdora 100 jin ji Reqa û gundewarên wê tev li çalakiyên navendê dibin.

Têkildarî navendê û girîngiya wê Feyrûz diyar kir ku navend ji projeyên Komîteya Jinan e. Komîteyê bi Komeleya Jinan a Aştiyê re lihevkirinek ji bo vegerandina şadiyê ji jinan û zarokên ku ji ber şer giyana zaroktiyê û bêgunehiyê ji wan hatiye birin, îmze kiriye.

Nirxandina projeyên pêşerojê

Piştî serkeftina van projeyan li bajêr Komîteya Jinan a bajarê Reqayê dê berê xwe bide gundewaran û gundan da ku projeyên din binirxîne û pêk bîne mîna projeyên dikanên kuafora jinan û projeyên çandiniyê yên biçûk.

Ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera jinên karmend û saziyên sivîl de Komîteya Jinan dê civîn û semînerên girêdayî tundiyê, destavêtin û rêvebirina jinan ji mal re, karê wan û çawa zarokan mezin dikin û wan ji reftariyên neyînî mîna madeyên hişbirê dûr dixe, li dar bixe.

Back to top button